Şêniyên Til Birakê: Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Pêkhateyên bajarê Til Birakê daxwaza hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û gotin, serkeftina pêvajoya aştiyê bi azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ve girêdayî ye.

Şêniyên Til Birakê: Em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
9 îlon, 2025   04:35
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Pêkhateyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê daxwaza xwe ya tevlêbûna kampanya "Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim`` kir û gotin: “Azadiya Rêbertî çareseriya tevahî pirsgirêkên herêmê ye.”

Jina bi navê Necla El Xidir got: " Em nikarin deynên keda Rêber Abdullah Ocalan, bi taybetî rola wî ya mezin a di rizgarkirina jinan ji qeydên civakî de bidin. Tişta em dikarin ji bo Rêbertî bikin ew e ku em piştgiriyê bidin kampanyaya ’ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî û azadiya tevahiya girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de bikin."

Mamoste Hindirîn Sadûn jî daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got, serxistina pêvajoya aştiyê bi azadiya wî ya fîzîkî ve girêdayî ye û azadiya Rêbertî çareseriya tevahî pirsgirêkên herêmê ye.

Şêniyê bi navê Elî El Ehmed bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêkanîna aştiyê de û got: "Rêber Abdullah Ocalan kesayetek mezin e, mezinbûna wê di fikir, keda û hewldanên wî bi taybetî banga wî ya Aştî û Civaka Demokratîk de ye. Ji ber vê yekê cihê Rêbertî di nava gel û hezkiriyên wî de ye. Ez piştgiriyê didin kampanyaya ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim."

(bb)

ANHA