Şêniyên taxa Xerbî ya Qamişloyê li dijî qutbûna avê nerazîbûn nîşan da

Bi dehan şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ji ber qutbûna avê çalakiyêk protestoyek li dar xistin. Daîreya Avê jî sedemên krîzê zelal kirin û banga hevkariyê kir.

Şêniyên taxa Xerbî ya Qamişloyê li dijî qutbûna avê nerazîbûn nîşan da
22 tîrmeh, 2025   15:06
QAMIŞLO

Xelkê taxa Xerbî ya Qamişloyê ya kantona Cizîrê rêya giştî ya li taxê li pêş tevgera çûn û hatinê girt û li dijî pirsgirêka qutbûna avê li ser taxa wan a ji mehekê ve, çalakiyek li dar xist. 

Şêniyê taxê Seed Ehmed Elî diyar kir ku ji mehekê zêdetir e av negihaştiye mala wî, lê li taxên derdorê av qut nabe. Elî destnîşan kir ku şêniyan bi meclisa komînan re axivîn û wê jî aşkera kir ku sedema qutbûnê girtina henefiya (valva) ber bi taxê ve ye.

Li ser girtina rê li pêş tevgera çûn û hatinê Elî got mebesta wan e ku dengê xwe bigihînin cihên eleqedar. Elî diyar kir ku êdî ava ku ji tankeran dikirin ji bo tenduristiya zarokan xetereyek e.

Şêniya taxê Mizgîn Mihemed Xelîl jî pirsî "Çima av li ser taxên din qut nabe? Gelo ev ne mafekî me ye jî?" Mizgînê destnîşan kir ku şêniyên taxê gelek caran serî li meclis û komînan daye, lê encam jê derneketiye.

Mizgînê bang li aliyên têkildar kir ku çareseriyeke lezgîn bibînin, da ku ev pirsgirêka qutbûna avê çareser bibe.

ŞAREDARIYA GEL SEDEMÊN KRÎZA AVÊ ZELAL DIKE

Piştî çalakiyê, Daîreya Avê ya Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî da. Daîreyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku krîza avê ya ku zêdetir dibe, ne rewşeke awarte ye, lê ji ber gelek sedeman havînan derdikeve. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwepêşandana aştiyane jî mafekî rewa ye.

Di daxuyaniyê de sedemên vê krîzê hatin aşkerakirin ku wiha ne: Ji nîvê Tîrmehê ve kehrebe li ser stasyonên pompekirina avê tê kêmkirin; ji 12 saetan di rojê de daketiye 7 saetan. Ev yek bi hevkariya bi Desteya Enerjiyê re tê kirin. Nebirêkûpêkiya sinyala kehrebeyê, bi wê re pirsgirêkên mezin di karê stasyonên pompekirinê de çêdibin. Lawaziya hêza pompekirinê ya niha. Jenetor tenê ji bo dabînkirina ji sedî 40’ê pêdiviya aktîf a 5 meqawat, tê xebitandin. Zêdegaviyên dubare li ser xetên avê û kehrebeyê. Bikaranîna dînamoyên avê ji hêla şêniyan ve bi awayekî neadilane.

Her wiha Daîreyê diyar kir ku wê ji bo belavkirina avê bi awayekî wekhev di navbera taxan de, li kêleka plana wan a demeke navîn, planeke demkurt daniye û wiha ye:

Kolandina 20 bîran. Kolandin di 21ˊê Tîrmeha 2025ˋan de dest pê kir, heta niha 6 bîr hatine kolandin.

Dabînkirina 5 jenetorên kehrebeyê ji bo stasyona pompekirinê.

Diyarkirina 2 milyon û 900 hezar dolar (nîvê budçeya Şaredariya Qamişloyê) ji bo çareserkirina krîzê.

Jinûve sererastkirina tora avê li taxa Xerbî ku di teqîna terorîstî ya 2016ˊan de zirar pê bûye, bi taybet li herêma Mizgefta Qasimo.

BANGA HEVKARIYÊ

Daîreya Avê bang li welatiyan kir ku çi zêdegaviyên li ser tora avê dibînin agahiyê bidin, her wiha bi awayekî adilane avê xerc bikin û hevkar bin. Daîreyê aşkera kir ku ew ê di çarçoveya derfetên heyî de rewşê baş bikin.

(fr)

ANHA