Amnesty: Êrîşa Îsraîlê li dijî Girtîgeha Evînê sûcê şer e

Amnesty’ê êrişa Îsarîlê ya dijî Girtîgeha Evînê weke binpêkirinek qanûna mirovan ya navneteweyî binavkir û got: “Divê êriş li ser girtîgeha Evîn  sucê şer e divê were lêkolînkirin.”

Amnesty: Êrîşa Îsraîlê li dijî Girtîgeha Evînê sûcê şer e
22 tîrmeh, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (21’ê Tîrmehê) Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty) raporek berfireh têkildarî êrişa Îsraîlê ya di 23’ê Hezîranê (2025) de li dijî Girtîgeha Evîn a Tehranê ku jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî jî tê de bûn, weşand. Di raporê de hat diyarkirin ku êrişa li dijî Girtîgeha Evînê, binpêkirinek cidî ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye û divê wek sûcê şer were lêkolînkirin û berpirs bên darizandin.

Di raporê de wiha hat gotin: “Li gorî lêkolînên berfireh ên rêxistinê, wêneyên peykê, dîmen, şahidên bûyerê, malbatên girtiyan û parêzvanên mafên mirovan artêşa Îsraîlê gelek êrişên hewayî li ser deverên cuda yên Girtîgeha Evînê pêk aniye. Di encama van êrişan de hejmareke zêde sivîlan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û herî kêm di 6 cihên girtîgehê de wêraniyek berfireh çêbûye. Êriş di saetên kar de û di dema ku beşên cuda yên girtîgehê tijî girtî û serdan dihat kirin, pêk hatine.

Li gorî raporên fermî, di êrişan de herî kêm 80 sivîl, di nav de jin, mêr û zarokek 5 salî, jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehê deriyê sereke, avahiya îdarî, beşa karantînayê, klînîka bijîşkî, metbexa navendî, qawîşên girtiyên jin û mêr û her weha hucreyên tenêtiyê yên li beşa hejmara 209, ku girtiyên di bin çavdêriya Wezareta Îstîxbaratê de lê têne ragirtin, zirarên giran dîtine yan jî bi temamî hilweşiyane.

Di berdewamiya raporê de ev tişt hate gotin: “Ev êriş di saetên kar û dema ku gelek beşên girtîgehê tijî sivîl bûn pêkhat. Piştî êrişê çend saetan, artêşa Îsraîlê piştrast kir ku wan girtîgeh kirine hedef. Rayedarên payebilind ên Îsraîlê li ser medyaya dijîtal kêfxweşiya xwe ya ji bo vê çalakiyê anîn ziman.

Rayedarên payebilind ên Îsraîlê li ser medyaya dijîtal bi serbilindî êriş wek ‘darbeyek li dijî sembola zextê li dijî gelê Îranê’ bi nav kirin. Wezîrê parastinê yê Îsraîlê li ser hesabê xwe ragihand hêzên Îsraîlê bi ‘hêzek bêhempa’ êrişî hedefên rejîm û saziyên zextê li dilê Tehranê, di nav de girtîgeha Evîn, kirine. Wezîrê karê derve yê Îsraîlê dîmenek weşand ku xuya ye bi awayekî dîjîtal hatiye amadekirin îdia kir ku êriş bersîvek li dijî kiryarên Komara Îslama Îranê ya li dijî sivîlan e.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê êriş piştrast kir û angaşt ku Girtîgeha Evînê cihê ku ‘dijminên rejîmê’ lê dihatin girtin û îşkencekirin bû û operasyonên îstîxbaratî yên li dijî Îsraîlê li wir didan meşandin bû. Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, hebûna girtiyên ku bi sîxuriyê tên sûcdarkirin an jî hebûna sîxorên îstîxbaratê di girtîgehekê de, hedefên leşkerî ne rewaye. Li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, girtîgeh û navendên binçavkirinê wek cihên sivîl tên hesibandin, tu belgeyên pêbawer nînin ku Gîrtîgeha Evînê bike hedefên êrişên leşkerî.”

‘SİVÎLAN DİKE HEDEF’

Rêvebera Bilind a Lêkolîn, Polîtîka û Kampanyayan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Erika Guevara-Rosas got: “Li gorî belgeyan, artêşa Îsraîlê bi awayekî aşkera û bi zanebûn avahiyên sivîlan kiriye hedef. Hedefgirtina tesîsên sivîl li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî qedexe ye. Ev êrişên bi vî awayî bi zanebûn û qestî sûcê şer in.”

‘ÊRİŞ Dİ DEMA SERDANÊ DE ÇÊBÛ’

Rêxistina Efûyê di rapora xwe de ev agahî dan: “Di dema êrişê de, nêzî 1500 û 2000 girtî li girtîgeha Evînê dihatin girtin. Di nava vana de parêzvanên mafên mirovan, xwepêşander, muxalîfên siyasî, endamên kêmnetewên olî û cot hemwelatiyên ku wek amûrek zexta dîplomatîk dihatin girtin û kesên biyanî hebûn. Di dema êrişan de bi sedan sivîl li girtîgehê bûn û di saeta serdana girtiyan de êriş pêk hat.

Erika Guevara Rosas wiha domand: “Divê hêzên Îsraîlê bizaniba ku her êrişek asmanî li ser Girtîgeha Evînê dê bibe sedema zirarên berfireh ên sivîlan. Dozgeriyên li çar aliyê dinyayê divê hemû kesên berpirsê vê êrişê bidarizînin, divê bi erkê daraza gerdûnî bike. Di heman demê de divê meqamên Îranê li gorî peymana Roma, hemû sûcê li ser xaka Îranê û li dijî Îranê bên kirin,  ji aliyê Dadgeha Cezayê Navnetewî ve were lêkolînkirin.”

Rêxistina Efûyê bang li hemû rayedarên dadwerî yên li çar aliyê dinyayê kir ku darizandina kesên berpirsiyarên vê êrişê ne erka xwe ya darizandina gerdûnî bikar bînin.

BELGE

Di Rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî de ev tişt hate gotin: “Laboratuwara belgeyan a Rêxistina Efûya Navneteweyî wêneyên peykê berî û piştî êrişan analîz kir û 22 dîmen û 59 wêne piştrast kir. Ev belge wêranî û zirara xisar û hilweşîna li beşên başûr, navendî û bakur ên girtîgeha Evînê nîşan dide.”

Rêxistina Efûya Navneteweyî daxuyaniyên rayedarên Îsraîl û Komara Îslamî nirxand û bi 23 kesên di hindir û derveyî Îranê de hevpeyvîn kir, di nav wan de 7 xizmên girtiyan, kesek li nêzî girtîgehê ku bûbû şahidê bûyerê, du çavkaniyên ku derbarê du miriyan de agahiya wan hebû, 2 rojnamevan û 11 girtiyên berê, di nav de dijberên siyasî û parêzvanên mafên mirovan hene.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku piştî êrişan çend saetan xwe gihandine qeydên deng ê telefonê yên hevdîtina girtiyan ên bi malbatên wan re. Rêxistina Efûya Navneteweyî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di 3’ê Tîrmehê de pirsên li ser êrişê ji Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê re şandine, lê heta dema weşandina vê raporê bersîvek negirtine.