Çend dîmenên hovîtiya li Siwêdayê

Çalakvanan li ser medyaya dîjîtal dîmenên komkujiyên ku çekdaran li Siwêdayê kirine, parve kirin.

Çend dîmenên hovîtiya li Siwêdayê
22 tîrmeh, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakgeran li ser medyaya dîjîtal dîmenên ku çekdar li qadan sivîlên Durzî yên li Siwêdayê qetil dikin, parve kirin. Li gorî agahiyan ew çekdar girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ne.

Piştî êrişa dijwar a ku van çekdaran li dijî bajêr di 13ˊê Tîrmehê de pêk aniye, li qadên bajêr li hember Durziyan komkujî hatin kirin û zirareke mezin bi mal û milkên wan de kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), bîlançoya giştî ya kuştiyan hezar û 265 e û piranî sivîl in, li kêleka wê jî bi hezaran malbat koçber bûne.

(fr)