Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir

Şêniyên taxa Cûdî ya bajarê Qamişloyê daxwaza dîtina çareseriyeke daîmî ji pirsgirêka kombûna çopê re kir. Şêniyan dane zanîn ku kombûna çopê û şewitandina wê bandorê li jiyan û tenduristiya wan dike.

Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
Şêniyên taxa Cûdî daxwaza veguhestina cihê çopê kir
9 tîrmeh, 2026   07:50
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Şêniyên taxa Cûdî (Qenat El Siwês) a bajarê Qamşloyê ji bo pirsgirêka çopê çareseriyê dixwazin. Şaredarî çopa ji bajar kom dike tavêjê derdora taxê. Dema ku şaredarî vê çopê dişewitînê bêhn û dûman li ser serê taxê dikevin. Di encama vê bêhn û dûmanê de şênî aliyê tenduristiyê de ziyan dibînin û jîngeh gemar dibe.

Xelkê Qamişloyê ev demeke gazinc dikin ku çop gelekî li kolanên Qamişlo kom dibe û şaredarî raneke. Ev pirsgirêk çareser nebûye û hîna li kolanên Qamişlo çop heye. Kombûyîna çopê bandorê li ser hewa, jîngeh û tenduristiya şêniyan dike.

Şêniyên taxa Cûdî destnîşan kirin ku ew gelek caran çûne gel Şaredariya bajarê Qamişlo û pirsigrêka xwe bi wan re parve kirine.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Komîna Şehîd Osman a taxa Cûdî Îmad Şêxmûs Mehmûd got: "Şaredarî çopê diavêjê cihekî nêzî taxa me. Ev yek raste rast ziyanê dide şêniyan. Dûman û bêhn bandorê li ser tenduristiyê me dike. Bi taybet nexweşên ku astim (rebû) bi wan re ye gelekî zehmedî dîbinin nikarin nefes bigirin. 

Mehmûd got wan gelek caran gazinc kirine û rapor ji şaredariyê re şande û wiha axivî: "Gelek caran em çûn Şaredariya Gel û me gazincê xwe kir. Ji ber ku ziyanên em dibînin me raporek radestî şaredariyê kir. Lê pirsgirêk nehat çareserkirin. E dixwazin şaredariyê cihê çopê biguhere û bibe derveyî bajêr. Berê çop diavêtin herêma Navkurê ev bûye 7 sal diavêjin nêzî taxa me. Em dixwazin pirsgirêka cihê çopê were çareserkirin. "

Şêniyê bi navê Ebûd Hisên El Xidir ê ji heman taxê jî got: "Em li taxê dijîn û ji ber bêhn û dûmanê çopê em gelekî zehmetiyan dibînin. Dema çopê dişewitînin dûmanê wê bi ser serê me dikeve û bandorê li ser kesên bi teman û nexweşxan dike."

El Xidir bang li aliyên têkildar kir ku cihê çopê bibin ji derveyî bajêr.

ŞAREDARÎ DAXUYANÎ NEDA

Têkildarî vê pirsgirkên û gazinciyên şêniyan me xwe gihand rêveberên Şaredariya Qamişloyê. Lê şaredariyê tu daxuyanî da, tenê bersiva "Zexta kar li gel me heye" da.

(np)

ANHA