Şêniyên Tirbespiyê: Tenê rêbertî dikare pirsgirkên heyî çareser bike

Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê bibe azadiya tevahî gelan û dê pirsgirêkên ku der dikevin bi fikra xwe çareser bike.

Şêniyên Tirbespiyê: Tenê rêbertî dikare pirsgirkên heyî çareser bike
9 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dabû dest pê kirin, lê tevî hemû bangên Rêbertî ji bo pêvajoya aştiyê, tu gav ji hêla dewleta Tirk ve ne hatine avêtin.

Şênyiên Tirbespiyê tecrîda dom dar ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku divê dem li dest rêbertî were azadkirin û gotin:" Tenê rêbertî dikare pirsgirkên heyî bi fikir û ramanê xwe çareserbike."

Welatiyê bi navê Hisên Xalid diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikrekî demokratîke, kilîta çareserkirina pirsigirêkên rojhilata navîn di destê rêbertî deye.

Xalid destnîşan kir ku divê dewleta Tirk êdî xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derkeve, divê hevdîtin bi rêbertî werin kirin û were azadkirin, da ku pêvajoya heyî bibe bi ancam. Hisên xalid wiha dom kir: " Rêber Abdullah Ocalan temsîla tevahî gelan dike, hêvî û xwesteka me ew e ku rê ji rêbertî were vekirin da ku pirsgirêkên heyî veguhera çareseriyê."

Dîlber Silêman da zanîn ku tecrîd hîna li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike, ev demek nahêlin ku ne malbet û parêzerên wî herin Îmraliyê. Em dem li dest dixwazin ku hevdîtin bi rêbertî werin kirin û em çareseriyek siyasî dixwazin.

Dîlber got:" Em wekî jin dê her dem li pey fikira rêbertî bin hetanî dawiyê, wê îsrar û têkoşîna me ji bo azadiya rêbertî berdewam be. "

Welatiyê bi navê Ubêd Ehmed ku ji pêkhateyên ereb e, got rêbertî gelek gav avêtine, em dixwazin ku dewleta Tirk jî gavên ber bi aştiyê ve bavêje.  Rêbertî mirovekî demokratîke, dixwaza her kesî azad bike.

Ubêd da xuya kirin ku bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan tevahî gel dê azad bibe. Em hêvî dikin ku ji bo azadiya rêbetî her kes di nav têkoşînê de bin. Wekî pêkhateyên ereb dê her dem li pey ramanên rêbertî bin.

ANHA