Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne

Ji ber rawestandina belavkirina para mazotê li ser şaredariyan, jenenratorên kehrebeyê û sektora veguhestinê, bandor li xizmetguzariya giştî tê kirin. Şênî jî daxwaza peydakirina çareseriyekê dikin.

Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
Kêmbûna mazotê li Çilaxa xizmetguzariyê radiwestîne
9 tîrmeh, 2026   06:40
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li bajarê Çilaxa ya herêma Cizîrê ji ber rawestandina belavkirina para mazota xizmetguzarî û bilindbûna bihayan, bandor li xebatê şaredariyê, pêxistina jenenratoran û sektora veguhestinê hatiye kirin. Barê saziyên xizmetguzarî û şêniyan jî giran bûye.

Bihayê lîtreyek mazota xizmetguzariyê ji 3 hezar lîreyên sûrî bû 55 sent (8 hezar lîreyên sûrî).

Derbarê mijarê de Rêveber û Zabîteyê Geraca Şaredariya Gel a Bajarê Çilaxa Mihemed Emîn Yûsif diyar kir ku zêdebûna bihayê mazota xizmetguzariyê, barê şaredariyê ji hêla darayî de zêde kir, ev bihabûn hişt ku asta xebatên wan a beşa paqijiyê jî lawaz bibe.

Mihemed Emîn Yûsif da zanîn ku Şaredariya Gel li bajêr di dabînkirina sotemeniyê ji bo bikaranîna makîneyên paqijiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariya giştî zehmetiyan dikşîne û ew ji ber nepeydakirina beşê darayî bi awayeke baş nikarin mazotê ji sûka hur bikirin. Rewşa heyî wê beşa xizmetguzariyê lawaz bike û dibe ku di dema bê de bê hin xebat werin rawestandin.

Pirsgirêka sotemeniyê zirar li sektora kehrebeyê jî dike, li gorî Berpirsyarê Beşa Empêran di Şaredariya Gel de ev hişt ku 30 jenenrator ji xizmetê derkevin û hejmarek mezin ji gundên ku kehrebeya xwe ji jenenratoran digirin, kehrebeya wan a giştî tenê di rojê de saetekê heye, bê kehrebe bimînin.

Li bajarê Çilaxa 4 jenenrator ji xizmetê derketin, navên gundên jenenratorên wan ji xizmetê derketine wiha ne: El Hemra, Zexîra, El Şemam, Baqila Xemo, Baqila El Kibîra, Fêro, El Sewra, Til Elo El Mesîhiye, Xirbê Cihûya, Şebek. Her wiha li kêlek wê bajarok û gundê xeta Abirê El Etşan, Sînan, Gênco, Girdêm, Sînan, Girho, Emarat Foqanî û Tehtanî, Esîla, Rebîaa û Um Recîm.

Derketina jenenratoran ji xizmetê, ji ber ku derxistina avê ji bîran li ser kehrebeyê ye, hiştiye ku gelek gund bê ava vexwarinê bimînin. Bilindbûna rêjeya germahiyê jankêşiya şêniyan zêde kiriye.

Bandorê kêmbûna mazotê ne tenê li ser xizmetguzariya şaredariyê û kehrebeyê teyisandiye, gihiştiye sektora veguhestinê jî. Heta niha ajokar para xwe ya mazota baş bi dest nexistine. Ji ber vê yekê ajokar mazot ji sûka hur ya ku bermîla wê 200 dolar in dikirin, kirya çûn û hatinê jî biha bûye.

Di vê çarçoveyê de Ajokar Ferhan Mehmûd yê ji gundê Gerho da zanîn ku derengmayîna belavkirina para wan a mazotê wan neçar dike ku sotemeniyê ji sûka hur bikirin. Ev hiştiye ku karê sktora veguhestinê di milê aborî de têrê neke. Kêmbûna sotemeniyê tevî ku ev jêdera debarê ye jî, wê bihêle gelek ajokar xebatê xwe bidin rawestandin.

Mehmûd diyar kir ku bilindbûna bihayan çûn û hatina di navbera Çilaxa-Qamişlo de kêm kiriye, kirya rê ji bo kesekî jî derdora 25 hezar lîreyên sûrî ye. Karker, xwendekar û şêniyên ku rojane çûn û hatina wan heye, bi vê bihayê barê wan girantir dibe. 

Mehmûd destnîşan kir ku rawestandina jenenratorên kehrebeyê li gundê wî ji ber nebûna mazotê hiştiye ku şênî bê kehrebe û ava vexwrinê bimînin, kehrebe jî di rojê de tenê saetekê tê. Ji ber vê yekê hebûna jenenratoran pêwîstiyeke. 

Di demekê de ku sotemenî kêm e, şênî, şaredarî û ajokar bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi awayeke lezgîn, para mazota baş pêşkêşî şaredariyan, jenenratoran û sektora veguhestinê bikin. Ji bo domandina xizmetguzariyên esasî û rêgirtina ber pirsgirêkên jiyanî çareseriyeke bê danîn.

(sb)

ANHA