`Berxwedan jiyan e rêya xilasiya ji zulmê û koletiyê ye`

Çalakgerên gireva birçîbûnê ya li Girkê Legê gotin "Berxwedan jiyan e" rêya xilasiya gelan ji zulm û koletiyê ye û destnîşan kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

12 kanûn, 2023   19:58
QAMIŞLO

Gireva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya têkoşîn û berxwedana girtiyên di zindanên dewleta Tirk a dagirker de û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li dar ketiye didome. 

Însiyatîfa Gel bi dirûşma "Em ê berxwedana girtîgehan vejînin û bi giyan û nirxên şehîdan dê Rêveberê xwe azad bikin" konê çalakiyê li pêşiya Navenda Rêveberiya Dibistanan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo veda. 100 welatî, tev li çalakiyê bû.

Di çalakiyê ce, endamê Însiyatîfa Gel a Girkê Legê Fuad Sedî got: "Çalakiya me ne ya yekê ye. Lê belê berdewama berxwedana Mezlûm Dogan, Kemal Pîr û hevalên girtîgeha Amedê ye ku rêya niha em li ser dimeşin, ji me re xêz kirin."

Sedî wiha domand: "Berxwedan jiyan e, rêya gihandina azadiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Paşê endamê Meclisa Navçeya Til Koçerê Salih El Kino axivî û got: "Ev kon, ji gelên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin re, konê rûmetê û serbilindiyê ye."

Helbestvan Seîd Mele Yusif helbestek li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, şehîdan û fedekariyên wan got.

Dûre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fayiq Hisên got: "Karwanekî hevalên pêşîn ên di girtîgehên Tirkiyeyê de dest bi gireva birçîbûnê kirin, tovikên felsefeya berxwedan jiyan e, çandin û gotin heke em li ber xwe nedin dê bimirin li ser vê esasê em îro dikarin vê gavê bavêjin. Ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan xilasiya me ye û dê bi rêya wê hêvî û armancên xwe pêk bînin."

Piştre, saziyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa axivîn.

Her wiha perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan têkildarî jiyanê û berxwedanê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî hatin xwendin.

Çaverê ye ku çalakî sibe li navçeya Til Hemîsê li dar keve.

(şx)

ANHA