Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbata şehîd Elî El Ewed
Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Elî Casim El Ewed û gotin ew li hemberî tevahî êrişan bendeke asê bin."
Bi sedan şêniyên bajarokê Girbawî, bajarê Qamişlo, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîma sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Elî Casim El Ewed bûn ku li bajarokê Girbawî hatiye lidarxistin.
Hevserokê meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Ubeyd Etê axivî û sersaxî da malbata şehîd Elî û got: "Em di şexsê heval Elî de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin ên ku ji bo azadiya gelê xwe û rûmeta wî canê xwe feda kirin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber wan giyanên pak ditewînin."
Etê wiha domand: "Em soz didin ku li hember êrişên dijminan ên li dijî vîn û destkeftiyên vê şoreşê, bibin bendeke asê."
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî got: "Em soz didin gelê xwe ku li hember êrişên Erdogan bibin bend."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
(şx)
ANHA