Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in

Şêniyên bajarê Kobanê bi moralên bilind her şev li Qada Jina Azad a li navarasta bajêr kom dibin li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin, bi wê re ji cîhanê re îsbat dikin ku tevî êriş û dorpêça giran ew gelê berxwedêr e û wê serkeftin para wan be.

Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in
Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in
Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in
Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in
Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in
Şêniyên Kobanê bi moralên bilind li qadan in
29 ÇILE, 2026   22:08
KOBANÊ

Çeteyên hikûmeta demkî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞˊê ev zêdeyî hefteyekê ye çekên giran weke tang, dron û topan li dijî bajarê Kobanê bi kar tînin. 

Ev êriş û dorpêça dijwar a li dijî bajarê Kobanê ji her alî ve, bûn sedema zehmetiyên dabînkirina pêdiviyên jiyanê.

Lê tevî her tiştî, xelkê Kobanê xwedî li banga seferberiya giştî derkert cihên xwe li kêleka şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di parastina bajarê Kobanê de girtin.

Xelkê Kobanê her şev li Qada Jina Azad li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.

(ac/fr)

ANHA