Pêşnûmeya parastina Kurdan pêşkêşî senatoya Amerîkayê hat kirin

Senatorên Amerîkayê Lindsey Graham û Richard Blumenthal li hember êrişên li dijî Kurdên li Rojava, pêşnûmeqanûna bi navê “Save the Kurds Act (Qanûna Parastina Kurdan)” bi awayek fermî ji raya giştî re dan nasîn. Pêşnûmeqanûn bi awayek fermî ji Kongreyê re nehatiye pêşkêşkirin, naveroka wê gelek xurt hatiye amade kirin.

Pêşnûmeya parastina Kurdan pêşkêşî senatoya Amerîkayê hat kirin
29 ÇILE, 2026   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham, pêşnûmeqanûna ji bo parastina Kurdan ku ev demeke li ser dixebite ji bo raya giştî ragihand. Graham, pêşnûmeqanûnê li ser hesabê xwe yê Xˊê parve kir.

Pêşnûmeqanûn ji hêla Senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal ve hatiye amadekirin û bi navê Qanûna Parastina Kurdan hatiye binavkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev pêşnûmeqanûn di demekê de ku çeteyên HTŞ’ê û hevkarên wê ya ser bi Tirkiye li Rojava êrişî Kurdan dikin, hatiye amadekirin.

Senator Graham got ku Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de yek ji hevkarên herî girîng ên Amerîkayê bûne û êrişên heyî ne tenê Kurdan, lê ewlehî û berjewendiyên Dewletên Yekbûyî jî di xetereyê de dihêlin.

Di pêşnûmeqanûnê de çi heye?

Li gorî metna ku hate nasandin, pêşnûme bi taybetî li parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ku bi pêşengiya Kurdan hatiye avakirin disekine.

Di pêşnûmeyê de ev xalên bingehîn hene:

-Li dijî hikûmeta Sûriyeyê û hemû kes, sazî û dewletên ku piştgiriyê didin wê, danekirina aborî û siyasî.

-Heta ku êrişên li dijî Kurdan û QSD’ê bi temamî rawestin, rakirina danekirinê nayê qebûlkirin.

-HTŞˊê bi awayek nû wê wekî “Rêxistina Terorî ya Biyanî” were nasîn.

-Rola QSD’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi awayekî fermî tê nasîn û tê gotin ku ew divê werin parastin.

-Ger hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyê yan jî aktorên din dîsa dest bi êrişan bikin, danekirin bi awayek otomatîk wê bikeve meriyetê.”

Pêşnûme, her wiha Kongreyê dike aktorê bingehîn ê kontrolê û şert dike ku hikûmeta Amerîkayê nikare bi awayek tenê bi serê xwe di polîtîkaya Sûriyeyê de guhertinên girîng pêk bîne.

EM NIKARIN HEVKARÊN XWE BI TENÊ BIHÊLIN

Senator Graham di metna pêşnûmeqanûnê de wiha dibêje: “Kurd di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran kes şehîd dan. Ku Amerîka wan hevkarên xwe bi tenê bihêle, ev ne tenê şaşiyeke exlaqî ye, lê di heman demê de şaşiyeke stratejîk jî ye.”

Senatorê Demokrat Richard Blumenthal jî destnîşan kir ku ev pêşnûme bi piştgirîya her du partiyan hate amadekirin û got ku mijara parastina Kurdan li Washingtonê yek ji kêm qada ku li ser wê têkiliyeke hevbeş heye.

Her çend pêşnûmeqanûna bi navê “Save the Kurds Act” hîn ne bi fermî li Senatoyê hatibe pêşkêşkirin jî, li gorî çavkaniyên siyasî, ev pêşnûme peyameke siyasî ya bi hêz ye. Nasandina wê, bi taybetî di demeke ku êrişên li Rojava û herêma Kurdan zêde bûne de wekî hişyariyek ji bo Enqere û Şamê jî tê şirovekirin.

Bi vê re, çavkanî destnîşan dikin ku vê gavê nîşan dide ku li Amerîkayê xetek nû ya siyasî ji bo parastina Kurdan hêdî hêdî tê avakirin. Her wiha tê gotin ku ev pêşnûme di polîtîkaya Amerîkayê ya Sûriyeyê de xalek balkêş û girîng tê hesibandin.