Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya a Yekemîn Parîsê Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylamez (Ronahî) û Fîdan Dogan (Rojbîn) di salvegera 12ˈan a komkujiyê hatin bibîranîn.

Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
Şehîdên Komkujiya Parîsê li Helebê hatin bibîranîn
7 ÇILE, 2025   14:09
HELEB

9ˈê Çileya 2013ˈan, ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara) û hevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylamez (Ronahî) li Parîs ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi boneya salvegera 12ˈan a komkujiyê, Meclisa Kongra Star a Helebê çalakiyek bîranînê li dar xist.

Çalakî bi beşdariya endamên saziyan, tevger û partiyên siyasî û şêniyan li avahiya Meclisa Şehîd Cengîz hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Taxa Şehîd Cengîz Sûad Şêxo axivî û têkoşîna her sê jinên pêşeng a ji bo mîsogerkirina azadiya jinan li Rojhilata Navîn û Kurdistanê vegot.

Sûad komkujiyek wekî xaleke reş di dîroka dewletên ku îdiya demokasî û azadiyê dikin bi nav kir û bi bîr xist ku 12 sal derbas bûn lê hesab nehatiya pirsîn.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna her sê jinên pêşeng Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hat temaşekirin.

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA