Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in

Şêniyên Hesekê diyar kir ku ev bûye 4 sal kolanên taxên bajarê Hesekê wêran bûne, gelek caran ji şaredariyê re gotine û heyanî niha pirsgirêk çareser nebûye.

Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
Şêniyên Hesekê ji şaredariyê bi gazinc in
9 nîsan, 2026   05:55
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Li bajarê Hesekê gel şaredariyê rexne dike û ji bo pirsgirêkên domdar çareseriyê dixwazin. 

Mihemed Salih El Elî got: “Kolanên me wêran bûne, kanalên avê jî xitimîne, ji ber vê yekê dema ku baran dibare av li kolanên me kom dibe û naherike. Êdî çûyîn û hatin li ser şêniyan gelekî zehmet bûye. Erebe jî xirab dibin. Em ji aliyên têkildar dixwazin pirsgirêka me bi lez çareser bikin. Kanalan vekin û kolanên me çêkin.”

Mihemed Emîn Ebdo jî got: “Ev bûye 4 sal pirsgirêka me dewam dike û nayê çareserkirin. Şaredariyê gelek caran soz da ku kolanên taxa me çêkin lê belê heyanî niha çareser nekirine."

Ebdo di dewama gotinên xwe de wiha got: “Peymankarên avahîsaziyan dema ku avahiyan lê dikin, bajar gelekî gemar dikin. Şaredarî jî wan naşopîne û hesab ji wan naxwaze. Dema ku baran dibare, gemar li kolanên bajar belav dibe û zarokên me neçar in di vê rewşê de biçin dibistana xwe.”

Mihemed Emîn Ebdo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji aliyên têkildar dixwazin çêkirina kolanan bilezînin, êdî nabe ku ji vê zêdetir taloq bikin.”

Ebdulmecîd Beşo anî ziman ku her carekê baran dibare kolan tijî av û herî dibin û wiha got: “Dema ku baran dibare, em nikarin di kolanan re bimeşin. Kanalîzasyon xitimî ne û av li kolanan belav dibe."

Şaredariya Gel a Hesekê diyar kir ku projeyên wan hene ku kolanan çêkin. Her wiha şaredariyê da zanîn ku sala borî wan hinek kolan çêkirine lê ji ber barîna zêde ya baranê dîsa kolan xirab bûne û pirsgirêk çêbûne.

(np)

ANHA