‘Ez dixwazim bizanim ka çi li keça min hatiye’

Izdîhar Hisên ji meha Çileyê ve agahî ji keça xwe Eyşe Abdulwehab nagire û dixwaze bizane ka çi li keça wê hatiye.  

‘Ez dixwazim bizanim ka çi li keça min hatiye’
9 nîsan, 2026   04:15
QAMIŞLO

Izdîhar Dawûd Hisên ji gundê Agûla yê bajarê Qamişlo ye. Ji aliyên têkildar dixwaze ku çarenûsa keça wê Eyşe Abdulwehat El Elî (16) zelal bikin. 6`ê Çileyê dema ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê êrişî taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir, Eyşe El Elî winda bûye û heyanî niha dayika wê tu agahî jê wernagire. 

Dayika Eyşê Izdîhar got: “Tenê ev keça min heye. Dema ku em 2013`an ji Şamê hatin gundê xwe Agûla hevjînê min li gel rejîma berê ya Şamê winda bû û vê dawiyê min bihîst ku wefat kiriye, niha jî keça min winda bûye û ez tu agahiyê jê wernagirim."

Izdîhar Hisên diyar kir ku ev bûye 11 meh keça xwe nedîtiye û wiha got: “Keça min 2025`an derbasî Helebê bû. 6`ê Çileya 2026`an wexta ku şer dest pê kir têkiliya min bi keça min re qut bû. Min ji hevalên wê bihîst ku dema şer dijwar bûye ew li Şêxmeqsûd bû û ji hev belav bûne. Bi rêyên nefermî min bihîst ku keça min di girtîgehên hikumetê de ye. Ez nizanim ka keça min sax e, şehîd e, birîndar e yan jî dîl ketiye destê hikumetê?"

Izdîhar Dawûd Hisên wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ez tenê dixwazim bizanim ku keça min li ku derê ye, sax e yan na. Bendewariyê ez gelekî westandin. Em hêvî dikin ku bi me re bibin alîkar ku em bigihêjin zarokên xwe."

(np)

ANHA