‘Ji bo aramiyê vegera koçber û penaberan şert e’

Pisporên penaberî û koçberiyê diyar kir ku vegera koçber û penaberan bingeha aştî, aramî û avakirina Sûriyeyê ye.

‘Ji bo aramiyê vegera koçber û penaberan şert e’
9 nîsan, 2026   03:25
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Pirsgirêka vegera koçberan li Sûriyeyê û derveyî wê yek ji pirsgirêkên sereke yên Sûriyeyê ye. Bi hezaran koçber ji ber rewşa ewlehî ditirsin ku vegerin. Li gorî raporên navneteweyî zêdetirî 5 milyon penaber û koçberên Sûriyeyê li dewletên cîran ên wekî Tirkiye, Lubnan, Urdun, Iraq û Misirê ne. Her wiha li dewletên Ewropayê 5 milyon penaberên ji Sûriyeyê hene. Koçberên ji Sûriyeyê herî zêde li Almanyayê ne. Di hundirê Sûriyeyê de jî derdora 7 milyon kes koçber in. 

Çalakvanê mafên mirovan Elî Îskan têkildarî mijarê got: “Ji bo li Sûriyeyê aştî pêk were divê koçber û penaber vegerin warê xwe. Bi vegera wan re dê ewlehî û aramî çêbe û derfeta karkirinê zêde bibe. Ji ber ku di aliyê ewlehî, lojîstîk, hiqûqî, qanûnî û navneteweyî de garantî nayê dayîn, astengî li pêşiya vegera koçberan çêdibe. Her wiha niştecihên gelek parêzgehên Sûriyeyê hîna li Efrîn, Serêkaniyê û li herêmên dîtir hene û di malên wan de ne. Niha şert û merc ne guncaw in ku koçber vegerin û ev yek li pêşiya vegera koçberan dibe asteng.”

Îskan got divê hikumet garantiya vegera ewle bide û wiha dewam kir: “Divê hikumet garantî bide ku cûdahî nekeve navbera şêniyan, dema ku koçber vegerin kesek tada li wan neke û komîteyên civakî berpirsyartiya koçberan rabikin. Lê belê li Sûriyeyê ew edalet û mekanîzmeyên fermî nînin ku koçber vegerin. Tenê 400 malbatên koçber ên Efrîn ji Cizîrê vegeriyan warê xwe.”

Her wiha pisporê kar û barên koçber û penaberan Ciwan Îso jî got: “Faktora civakî di avakirina aştî û aramiyê de li her welatekî an herêmekê, Sûriye jî di navê de ku bi salan şer lê çêbûye, faktora bingehîn e. Vegera koçberan li herêmên xwe yên resen dozekî girînge, ji ber aştî û aramî li herêmê çêdibe. Bê ku koçber vegerin herêmên xwe, aştî û aramî li Sûriyeyê çênabe. Eger li Sûriyeyê dê aştî, aramî çêbibe û destbi pêvajoyeke siyasî û hiqûqî bikin, divê koçber vegerin warê xwe. Lê belê rewşa ewlehî, îdarî û leşkerî li Sûriyeyê li pêşiya vegera koçberan dibe asteng. Hinek herêmên Sûriyeyê ji aliyê komên Tirkiyê ve têne rêvebirin. Niştîcehan jî destê xwe danîne ser mal û mulkên koçberan. Aliyê siyasî, leşkerî û aborî ve jî pirsgirêk hene.”

Îso diyar kir ku divê hikumeta demkî ya Sûriyeyê û parêzgeha Hesekê bi hev re li ser mijara vegera koçberan bixebitin û wiha got: “Divê hemû astengî li pêşiya vegera koçberan rabin. Mafê her koçberkê/î heye ku vegere warê xwe. Lê ji aliyê civakî, hiqûqî û aborî ve garantî nehatiye dayîn. Sûriye niha ne amade ye ku koçber û penaberên derveyî wê pêşwazî bike. Ji ber koçberên li Sûriyeyê hîna nikarin vegerin herêmên xwe. Koçberên ku vegerin divê ji olperestî û nîjadperestiyê werin parastin. Mekanîzmayeke rêveber deynin û kongreyeke lihevhatina neteweyî li ser asta Sûriyeyê were avakirin. Edaleta veguhêz a li Sûriyeyê, gaveke siyasî bû, ne pratîk bû. Ne li gorî pîvanên têne xwestin ku bikarin rastiyê aşkera bikin û hesab bixwazin. Edaleta veguhêz divê were çalakkirin û hemû pirsgirêkan çareser bike.”

(np)

ANHA