Şêniyên Helebê soza şopandina rêya şehîdan û tolhildanê da

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şehîd Bakur Efrîn û soza şopandina rêya şehîdan û tolhildanê da.

21 sibat 2024   17:03
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê yê şehîd Bakur Efrîn ê ku di 22'yê Çileyê de li Tebqayê şehîd bûye vegirt. Kon li pêşiya mala şehîd a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat vegirtin.

Îro bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da konê sersaxiyê.

Di merasîmê de endama Meclisa şehîd Gelhat, Nazik Etûf axivî û got: "Şehîd bi fedakariya xwe ji bo me jiyana  birûmet peyda dikin. Em nikarin bi gotinan mafên wan bidinê."

Hevserokê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo, Silêman Arif destnîşan kir ku şervan dê rêya şehîd Bakur bişopînin, ji bo Kurdistan û azadiyê tê bikoşin û tola wî hildin.

Piştre xalê şehîd Bakur, Mihemed Arif helbestek ji bo dayikên şehîdan xwend.

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh)

ANHA