Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir

Xelkê kantona Reqayê cenazeyê şervanê QSDˊê El Hemod El Kurdî oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
Xelkê Reqayê şervanekî QSDˊê oxir kir
21 sibat, 2024   16:53
REQA

Xelkê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî li goristana şehîdan a gundê Hikumiyê kom bûn û cenazeyê şervanê QSDˊê Elî Hemod El Kurdî ku di encama krîza dil de şehîd bû, oxir kir.

Di merasîmê de şervanê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Xelef axivî û got: "Fedakariyên şehîdan badilhewa naçin, em ê heta paqijkirina xakê ji terorê li ber xwe bidin."

El Xelef wiha domand: "Em kêfxweş in di oxira vî welatî de canê xwe bidin, bi aştî û ewle bijîn. Em soz didin şehîdan li ser rêça wan bimeşin û tola wan hilînin."

Hevseroka Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Zelîxe Ebdî axivî û got: "Rêber Apo dibêje em şehîdên xwe di dilên xwe de oxir dikin."

Zelîxe wiha domand: "Şehîdan di oxira em bi azad û rûmet bijîn de canê xwe da û li hember dewleta Tirk a dagirker sekinîn."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd Elî Hemod El Kurdî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA