Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûdê ji bo şervanên QSD’ê Baran Efrîn û Can Şêr ku di demên cuda de di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
Şêniyên Helebê sersaxî da malbatên şehîd Baran û Can Şêr
11 hezîran, 2025   12:12
HELEB

Merasîma sersaxiyê ya ji bo şervanên QSD`ê Baran Efrîn (Sebrî Henan) û Jan Şêr (Ciwan Ebdulrehman) li Meydana Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, komîn û meclisan di merasîmê de amade bûn.

Merasîmê bi deqîqeyeke rêzgirtina dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir axivî û diyar kir ku fedakariya şehîdan bingeha pêşketina civakan e.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Selah Sîno jî axivî û wiha got: "Şoreşa ku me li dar xist û şehîdên ku me dane, li tevahiya cîhanê bûne mînak. Bêyî fedakariya şehîdan em nedigihaştin rewşa ku em îro tê de ne."

Piştî axaftinan beşdaran sersaxî da malbatên her du şehîdan û girêdan û dilsoziya xwe ya bi xwîna şehîdan re anîn ziman.

(k)

ANHA