Şervanê QSD`ê şehîd Şêro Tirbespiyê hate oxirkirin

Şêniyên Tirbespiyê Şervanê QSD`ê şehîd Şêro Tirbespiyê (Emced El Hebîb) ê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbû, oxirkirin.

Şervanê QSD`ê şehîd Şêro Tirbespiyê hate oxirkirin
11 hezîran, 2025   12:04
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Tirbespiyê di 9` Nîsana 2025`an de, merasîmên xiyabî ji bo şehîd şêro Tirbespiyê li dar xistibûn.

Piştî serketina berxwedana bendava Tişrîên Hêzên QSD`ê gelek cenazeyên şervanên xwe ji destê çeteyan xilas bikin, yek Ji wan şervanê QSD`ê jî Emced El hebîb e ku di 2’ê Çileya 2025 an de di berxwedana bendava Tişrînê de şehîd bûbû, îro li pakrewangeha şehîd Dilşêr hate oxirkirin.

Di merasîman de bi dehan şêniyên bajarê Tirbespiyê û nûnerên saziyên civaka sivîl hazir bûn. merasmî bi deqeyk rêzgirtin dest pê kir.

Paşê bi navê malbata şehîd Emced, Hikmet El Hebîb axivî û got serê malbata şehîd Emced û tevahî malbatên Şehîdan saxbe. Em soz didin ku em ê hertim li pey doza wan bin.

Hikmet destnîşan kir ku bi saya şehîdên mîna Emced û rêhevalên wî em îro bi aramî jiyan dikin.

Di dawî de bi şiyara şehîd namirin şervanê QSD`ê Şêro Tirbespiyê li pakrewangehê hat oxirkirin.

(ex)

ANHA