Şêniyên Helebê piştgiriya xwe bo berxwedêrên bendava Tişrînê anî ziman

Malbatên şehîdan ên li bajarê Helebê piştgiriya xwe ji bo berxwedana şervanên QSD, YPJ’ê û çalakvanên li bendava Tişrînê anî ziman.

Şêniyên Helebê piştgiriya xwe bo berxwedêrên bendava Tişrînê anî ziman
5 sibat, 2025   05:06
HELEB
MIHEMED EBDO

Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê, berxwedana şervanên QSD û YPJ`ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. 

Di vê derbarê de malbatên şehîdan ên li bajarê Helebê tekez kir ku ew piştgiriya berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.

‘SERKEFTIN DÊ YA GELÊN NETEWEYA DEMOKRATÎK BE’

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Henan Kedro da zanîn ku şervanên QSD`ê û gelên herêmê li bendava Tişrînê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker dîrokê dinivîsin.

Kedro her wiha got: “Tevî bombebarana bê serûber û bikaranîna hovane ya balafirên şer û balafirên bê mirov ji aliyê dewleta Tirk ve, şêniyên ji hemû pêkhateyan ber bi bendavê ve diçin da ku li kêleka şervanên xwe bin. Êrişên wan vîn û berxwedana gel naşikînin, berxwedana wan a li bendavê dê êriş û planên Tirkiyeyê û çeteyên wê pûç bike.”

Henan Kedro di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku serketin wê ya "gelên neteweya demokratîk û şervan QSD`ê be”.

‘EM Ê LI KÊLEKA ŞERVANÊN XWE BIN’

Dayika şehîd Cîhad Nadiya Mihemed jî di destpêka axaftina xwe de berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li bendava Tişrînê ku weke "bendava jiyanê" bi nav kir, silav kir. Nadiyayê got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişî şêniyên ku li bendavê li ber xwe didin, dike da ku bendavê dagir bike û dest deyne ser dezgehên gelê Sûriyeyê.”

Nadiya her wiha destnîşan kir ku ew ê piştgiriya berxwedêrên li bendava Tişrîn û berxwedana QSD'ê bikin û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dewleteke xayîn e û dijminê gelê Sûriyeyê ye. Armanca wê dagirkirina bendavê û herêmên din ên Sûriyeyê ye.”

Dayika şehîd Celal Melek Elî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser sivîlên ku li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, şermezar kir û destnîşan kir eger êrişên li dijî bendavê berdeewam bikin dê bendav ji xizmetê derkeve.

Melek Elî dewleta Tirk tewanbar kir ku dixwaze êş û azarên bi milyonan gelê Sûriyeyê zêde bike. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike ku êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet bendava Tişrînê, rawestîne.

(k)

ANHA