Fermandarekî li Dêrazorê: Hêzên me li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê ne

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Hecînê teqez kir ku hêzên wan li gelek eniyan li dijî dagirkeran li ber xwe didin û li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ne. Her wiha diyar kir ku xebat bi hevkariya rûspî û şêxên eşîrên Dêrezorê pêk tên.

Fermandarekî li Dêrazorê: Hêzên me li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê ne
5 sibat, 2025   03:45
DÊREZORÊ
FATIMA EL EBID

Di 18’ê Çileyê de, şaneyên bermahiyên rejîma Baasê êrişî xalên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên ewlekariyê û saziyên xizmetguzariyê yên li bajarokê Dîbanê yê kantona Dêrezorê kiribû.

Şervanên QSD`ê bersiva êrişkaran da, li pey wan ketin û hejmarek ji wan li gel çekên ku di destê wan de bûn, girtin.

Têkildarî geşedanên dawîn ên operasyonên ewlekariyê li Dêrazorê, yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê Xebat El Şiêtî ji ajansa me re axivî û got: "Şaneyên rejîma berê hewl da nakokiyan di navbera gelên herêmê de derxin û ewlehî û aramiya kantona Dêrazorê têk bibin.”

Xebat El Şiêtî teqez kir ku Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê operasyon li hemû deverên herêmê pêk anîne û gelek endamên şaneyan hatine girtin û got: "Ew niha di destê dezgehên pêwendîdar de ne û gelek çek di destê wan de hatin girtin.”

Di 25’ê Çileyê de QSD’ê ji bo ku çekên xwe radest bikin, heta 10 Sibatê muhlet dabû bermahiyên rejîma berê yên "Dîfaa Wetenî".

El Şiêtî ev li axaftina xwe zêde kir: "Em li dû van şaneyan in û rê nadin ku li herêmê belav bibin û ewlehiya herêmê têk bibin. Pêwendiya bermahiyên rejîma berê bi endam û efserên wan ên li Iraqê re hene û hewl didin wan li herêmê têxin nava tevgerê.”

Xebat El Şiêtî diyar kir ku operasyona şopandina şaneyan bi hevkariya rûspî û şêxên êlên Dêrazorê pêk tên.

Xebat El Şiêtî tekez kir ku hêzên wan amade ne li gelek eniyan li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û li dû şaneyên bermahiyên rejîmê û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ne.

(k)

ANHA