Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan

Ji serhildêrê taxa xwe bû berxwedêrê welatê xwe, bi salan ji bo welatparêziyê xebat kir. Di 64 saliya xwe de bû şehîdê Berxwedana Bendava Tişrînê û li pey xwe serbilindahî ji malbat, heval û gelê xwe re hişt.

Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan
Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan
Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan
Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan
Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan
Berxwedêrekî Bendava Tişrînê; Mizefer Remedan
5 sibat, 2025   07:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Mizefer Mehmûd Remedan (Bavê Yûsif) ji gundê Til Şiyîr ê girêdayî bajarê Tirbespiyê ye, sala 1961`an li taxa Qirdûrbeg a ji taxên herî kevn ên bajarê Qamişlo ye ji dayik dibe. Di nava 4 bira û 3 xwişkan de jiyaye. Qonaxa seretayî û navîn ên dibistanê li dibistanên bajêr qedandine. 

Girêdana Mizefer bi dê û dot, malbat û xaniyê malbatê bi jiyana zaroketî û ciwantiyê geş dibe, qedireke biha dide her hurgiliyeke di civak û malbata xwe de. Sala 1990`î li heman xaniyê ku lê ji dayik bûye dizewice, 6 zarokê wî (2 keç û 4 xurt) çêdibin.

Mizefer Remedan di şîrketeke neftê ya rêjîma Sûriyeyê 34 karmendiyê dike, bi hevjîna xwe Ayîşa Xelîl re zarokên xwe mezin dike. Hevjîna wî dibêje Mizefer zarokên wan li ser şîreta “Mezlûm bin, ne zalim bin. Gava xwe hêdî hêdî bavêjin, heke hûn axivîn bi zanebûn biaxivin” mezin kiriye.

Zar û zêçên xwe bi dîtina nirxê welat û neteweya wan a Kurd gihayî kiriye, di nîqaşên li civatan her mijara dîroka Kurd û Kurdistanê li ber guhê zarokên xwe xistiye, li kêlek wê bi danûstendineke hevaltiyê bi wan re jiyaye. Kurekî Muzefer Mehmûd Remedan dibêje ku her gotina `Azadî û Kurdistan` li ser zimanê bavê wî bû, ew tevî hebûn qedexeya li ser zimanê Kurdî hiştiye bi awayeke veşartî fêrî zimanê xwe yê dayikê bibin.

Mizefer Remedan salên 1990`î Tevgera Azadiyê nas dike, di nava tevgerê de li bajarên Sûriyeyê gelek xebatan dide meşandin.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re Mizefer Remedan fikreya Rêveberiya Xweser a li ser bingeha neteweya demokratîk de hatiye avakirin, di taxa ku lê ye bi cih bûye, pêk aniye. Di taxeke ku hema bêje hemû pêkhateyên li bajarê Qamişlo tê de bi cih bûne, xebateke ku hevalê wî bi qîmet dibînin, pêk aniye.

Di sala 2013`an de tev li Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dibe, di hevserokatiya Komîna Şehîd Medya de erkê digire ser milê xwe. Di meclisa taxa xwe (Qidûrbeg) kar dike, piştre di Meclisa Gel a Bajarê Qamişlo heta 2015`an xebatê dide meşandin. Heta 2017`an dibe cîgirê hevserokên Meclisa Gel a Qamişloyê.

Hevala wî ya ku di komîn û meclisan de bi hev re xebat dane meşandin Hesna Remo dibêje ku Mizefer xwe li hember pêkhateya Kurd, Ereb, Suryan, koçberên ji bajarên Heleb, Dêrazorê û Efrînê yên ku li taxê diman bêyî ferq û cudahî berpirsyar didît û ev gotin li ser kesayeta wî vegotin: “Rojekê xwe li ser hevalên xwe yê jin nedît, pariyek nan pê re hebûye beriya hevalên xwe nedixwar.”

Li kêleka xebatên siyasî û civakî, Mizefer xebatên xwe yê civakî bi tevlêbûna nava refên Hêzên Parastina Civakî (HPC) jî temam kiriye, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û hevaleke Mizefer, Hisên Ebdulrehman dibêje ew Mizefer bê westan bi temenê xwe yê ji wan mezintir di nava HPC`ê de bi şev û rojan bi parastin dikir.

Ji bo piştgiriya gel, berevaniya li ber xaka herêmê û destekdayîna hêzên leşkerî Mizefer Remedan sala 2014`an çû Şengalê, 2018`an Efrîn û 2019`an çû Serêkaniyê û Girê spî. Kurê wî Mehmûd dibêje ku bavê wî di dema êrişên dagirkeririnê yên ser Girê Spî li kêleka şervanan di xetên pêş de cih girtiye.

Mizefer Remedan tev li gelek perwerdeyên bîrdozî dibe, di birêxistinkirina taxa xwe de cih girtiye. Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bi niştecihên taxa xwe re her li qadên bajêr bû.

Bi gotina ku `min di çavê bavê xwe de Kurdistan û Serokatî didît` kurê Mizefer Mehmûd girêdana Mizefer bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re diyar kir. Mehmûd dibêje ku bavê wî bi fikra Rêber Abdullah Ocalan Kurd, Kurdistan û xwebûna wan bi wan daye naskirin û ev tişt anî ziman: “Bavê min her dixwest Serokatî bibîne.”

Dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tişrînê dest pê dike (Mijdara 2024). Di 17`ê Çileya 2025 de Mizefer Remedan jî bi komeke hevalên xwe yên li kantona Cizîrê ji bo parastina bendavê berê xwe dide Bendava Tişrînê ku niha navê “Berxwedana Tişrînê” lê hatiye kirin.

Beriya ku biçe Bendava Tişrînê ev gotin ji neviyê xwe re gotiye: “Ez ê biçim bila şehîdekî we hebe.”

Di nobedariya berxwedêran de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov koma nobedaran hedef digire, şehadeta ku Mizefer hêvî dikir, di Berxwedanan Bendava Tişrînê de pêk hat, ew û 5 hevalên xwe yên ji bajarê Qamişloyê di 18`ê Çileyê şehîd bûn.

Hevalên Şehîd Mizefer Remedan Guhdar Mihemed Hecî Silo û Ebdulrehman Hemûd destnîşan kir ku wan hevaltiyeke rast, mînak û bi rihê fedakariyê bi Mizefer re derbas kirin.

Kurê Şehîd Mizefer Remedan Mehmûd Remedan ev gotin li ser şehadeta bavê xwe anîn ziman: “Em berê bi bavê serbilind bûn, niha serê me bilindtir e. Em dest ji rêya wî bernadin.”

ANHA