Şêniyên Helebê: Berxwedana Rêber Apo komplo têk bir

Di xwepêşandanekê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, niştecihên taxê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan kirin. Xwepêşandêran piştrast kirin ku berxwedana dîrokî ya Rêber Apo hemû komplo têk biriye û rê li ber banga Aştî û Civaka Demokratîk vekiriye.

13 îlon, 2025   19:45
HELEB

Kongra Star bi slogana "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, tecrîd wê bikeve û azadî wê bi ser bikeve"  li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Xwepêşandan li ber hola civînan a 8’ê Adarê li taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star û Saziya Gaziyên Şer bilind kirin û dirûşmên "Bê Rêber Apo jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" berz kirin.

Li çerxerêya Zeytûnê rêveberê Saziya Gaziyên Şer a li Helebê, Mistefa Kemal Hemo, axivî û diyar kir ku ew deyndarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne û amade ne ku her tiştê ji destê wan tê feda bikin da ku prensîb, ramanên Abdullah Ocalan pêk bînin, felsefeya jiyana azad û bingehên neteweyek demokratîk belav bikin.

Hemo diyar kir ku ji bo avakirina aştiyê banga aştî û civaka demokratîk derfetek e, lê ji bo ku aştî bi ser bikeve, pêdivî bi pabendîbûna ji aliyê dewleta Tirk ve heye.

Koordînatora Kongreya Star Nêrgiz Bekir berxwedana gelên azadîxwaz ên ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin silav kir.

Nêrgiz anî ziman ku berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hemû komplo têk bir û rê li ber banga Aştî û Civaka Demokratîk vekir ku dê dawî li şerên sedsalan bîne.

Nêrgiz destnîşan kir ku dewleta dagirker a Tirk di vê qonaxa girîng de,  ku pêwîstiya wê bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye, gavên cidî neavêtiye.

Xwepêşandan bi bezkirina slogana “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Serok Apo” bi dawî bû.".

(ac/şx)

ANHA