Siwêdeyiyan bang berdana girtiyan kirin

Şêniyên bajarê Siwêdayê herî dawî xwepêşandanek li dar xistin, koçberkirin û wêrankirin şermezar kirin, banga serbestberdana jinên revandî kirin. Xwepêşandêran piştrast kirin mafê veger û jiyana bi rûmet ê her kesî ye.

Siwêdeyiyan bang berdana girtiyan kirin
13 îlon, 2025   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşanderên li Siwêdayê daxwaza serbestberdana jinên revandî kirin û siyaseta koçberkirin û wêrankirinê ya ku di bûyerên dawîn d ên li dijî sivîlan şermezar kirin.

Di xwepêşandanê de, şênî ji ajansa me re axivîn. Şêniyê bi navê Mahir El Helebî ku ji bajarokê El Seleba ye diyar kir ku êrişa 14`ê Tîrmehê ya li ser malên sivîlan “sûcekî dijî ewlehiya şêniyên bi ewle ye” û banga çareserkirina aştiyane ku mafê her kesî biparêze, kirin.

Jina bi navê Tehanî Newaf El Zîlea ya ji bajarokê Mefela, piştrast kir ku gelê Siwêdeyê li hember revandina jinan û bêgunehan dê bêdeng nemîne. Tehanî bûyerên li Siwêdayî bi “hovane” wesifand û got ew dev ji ax û mafên xwe bernadin.

Ji gundewarên rojava, şêx Ebdo Ebû Hesûn ji bajarokê Ajrînê, ku niha li stargehekê dijî, anî ziman ku ew daxwaz dikin ku berî zivistanê vegerin malên xwe piştî ku ew ji cih û warê xwe bûn û malên me hatin şewitandin.

Xwepêşandêran bi slogana “Bê edalet aştî nabe, em jiyaneke bi rûmet ji her kesî re li ser vê axê dixwazin” xwepêşandana xwe bi dawî kirin.

(ac/şx)

ANHA