Şandeya jinan a li Ewropayê tev li Mîhrîcana Mirovahiyê bûn

Şandeya jinan a ku ji bo hişyarkirina li ser rewşa heyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û xurtkirina têkiliya navneteweyî çûye Ewropayê. Şande tev li gera 90`î ya Mîhrîcana Mirovahiyê bûn.

Şandeya jinan a li Ewropayê tev li Mîhrîcana Mirovahiyê bûn
Şandeya jinan a li Ewropayê tev li Mîhrîcana Mirovahiyê bûn
Şandeya jinan a li Ewropayê tev li Mîhrîcana Mirovahiyê bûn
Şandeya jinan a li Ewropayê tev li Mîhrîcana Mirovahiyê bûn
Şandeya jinan a li Ewropayê tev li Mîhrîcana Mirovahiyê bûn
13 îlon, 2025   19:54
Navenda Nûçeyan

Şandeyeke jinan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku gera xwe ya Ewropayê didomîne, li gelek paytextên Ewropayê civînên siyasî û medyayî li dar dixe. Armanca şandeyê ew e ku dengê jinên herêmê bilind bike û di ronahiya pêşketinên heyî de pirsgirêkên ku herêm pê re rû bi rû ye, ronî bike.

11’ê Îlonê, şandeyê jinan a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêze hevdîtin bi çend partiyên siyasî yên li Fransayê re lidar xistibû.

Şandeyê li Fransayê tev li gera 90`î ya Mîhrîcana Mirovahiyê bû ku li Fransayê ya herî mezin e û nêzî 500 hezar kes tev lê dibe.

Di Mîhrîcanê de di bin konê taybet ê Meclisa Demokratîk a Kurdistanê de, li ser şoreşa jinan panelek hate lidarxistin.

Di panelê de endama Koordînasyona Kongra Star  Jiyana Hisên û endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbyayê Şehrezad El Casim û hevaleke jin ji Rojhilat di panelê de li ser şoreşa Rojava, azadiya jinan û destkeftiyên jinan axivîn.

(şx)