Şêniyên gundekî rêya Hesekê - Qamişlo qut kir

Şêniyên gundê Xirbet Ilyas a Hesekê ji bo çareserkirina pirsgirêka kanalîzasyonê, xwepêşandanek li dar xist û bi awayekî demkî rêya Hesekê-Qamişlo li ber rêwiyan girt.

2 îlon, 2025   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gundê Xirbet Ilyas a Hesekê dikeve ser rêya Hesekê-Qamişloy de. Îro şêniyên gund bi armanca dengê xwe bigihînin berpirsên şarederiyê xwepêşandanek li dar xist. Şêniyan bi awayekî demkî rê li ber çûn û hatinê girt. Ev demek e şêniyên gund doza çareserkirina pirsgirêkê dikin û dibêjin cihokên vekirî yên kanalîzasyonê bûne sedema belavbûna nexweşiyan di nava gundiyan de.

Gundiyê bi navê Hazim Mehmûd der barê xwepêşandanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku: “Ji salekê ve pirsgirêka gundê me aloz bûye. Em zêdeyî carekê li şaredariyê vegeriyan, lê tu bersiv nedan me. Tenê dihatin rêya ava qirêj pak dikirin, piştî çend rojan bêhn û ava qirêj vedigerî wekî berê. Tu çareyek mayînde ji pirsgirêkê re nabînin.”

Hazim Mehmûd, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku zarokên wan ji ber qirêja xetên kanalîzasyonê û çopa li derdora wê nexweş dikevin û wiha dom kir: “Şaredarî tu çareyeke mayînde nabîne. Tenê her demekê cihokan paqij dikin. Em jî amade ne alîkariya şaredariyê bikin.”

Gundiyê bi navê Mihemed El Xalid der barê sedema xwepêşandanê got: “Ev zêdeyî salekê ye, ev pirsgirêk didome. Em her dem serî li şaredariyê didin. Dibêjin budce nîn e. Me wek welatiyan xwest çarereyekê peyda bikin, lê lêçûna zêde ye em tenê nikarin barê wê hilgirin."

El Xalid di dawiyê de ji şaredariyê xwest ku çareseriyeke meyînde ji vê pirsgirêkê re bibîne û got: "Em jî amade ne alîkariyê bikin.”

(dc)

ANHA