Li Helebê çekdaran bijîşkek qetil kir

Cîgirê Dekanê Fakulteya Tibî ya Zanîngeha Helebê Basil Zêno îro danê sibê ji aliyê çekdarên rûpoş ve li pêş klînîka xwe ya li taxa Cemîliyê ya Helebê hate kuştin.

Li Helebê çekdaran bijîşkek qetil kir
2 îlon, 2025   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji Helebê dane, cîgirê Dekanê Fakulteya Tibî ya Zanîngeha Helebê Basil Zêno li pêş klînîka xwe ya li herêma Cemîliyê ya bajarê Helebê, ji aliyê çekdarên rûpoş ve hat qetilkirin.

Li Şamê û herêmên di bin kontrola hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de digel nebûna ewlehiyê kiryarên kuştinê zêde bûne.

(fr)