Şêniyên gundên Çilaxa li kêleka hêzên xwe parastina ax xwe dikin

şêniyên gundên herêma Aliyan ên gundewarên Çilaxa li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî xwe bi rêxistin dikin, Ji bo parastina gundên xwe yên li ser xeta sînor a bi dewleta Tirk a dagirker re. Şêniyan tekez kir ku ew ê axa xwe biparêzin.

Şêniyên gundên Çilaxa li kêleka hêzên xwe parastina ax xwe dikin
13 ÇILE, 2025   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan, bi vîn û biryar bersivê didin banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a jib o parastina destkeftiyên şoreşa xwe.

Li herêma Aliyan a gundewarê bakurê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, şênî ji bo parastina gundên xwe yên li ser sînorê dewleta Tirk a dagirker nobetê digirin.

Mahabad Hisên ji gundê Dêrna Axê ye der barê kar û xebatên parastinê de wiha got: "Em bi armanca parastina aramiya herêma xwe derketine, bi taybet di vê qonaxa hestiyar a piştî ketina  rêjîma Sûriyeyê û hewldanên dagirkeriya Tirk û çeteyên ku êrişî me bikin, ji ber vê yekê em li vir in ji bo parastina xaka xwe li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. "

 Mehabad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di van şert û mercên niha de parastin yekane rêya misogerkirina hebûn û destkeftên me ye, divê her kes axa xwe biparêze, ji ber ku ax axa me ye û parastina wê erkê me ye. "

Mehabad bang li hemû şêniyên gundan kir ku xwe birêxistin bikin û tevlî komên parastinê bibin û ewlehiya herêmê ji her êrişan biparêzin, bi taybet gundên li ser sînorê dewleta Tirk.

 Her wiha got: "Erka me îro ew e ku em mil bi mil li gel şervanên xwe ji bo parastina rêveberiya xwe bisekinin. "

Behrem Kindî ji gundê Dêrûkevnkê jî wiha got: “Ji bo parastina herêma xwe îro bi komek şêniyên gundên derdora gundê me yên li herêma Aliyan bi Hêzên Parastina Civakê re derketim nobedariyê, ji bo piştgiriya hêzên me yên leşkerî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. "

Her wiha got: "Me bi hezaran zarokên xwe ji bo bidestxistina destkeftiyên xwe feda kirine, ne pêkan e ku em axa xwe berdin. Di şert û mercên herî xirab de jî ku ji me were xwestin em ê berxwedan û têkoşînê bidomin. Em amade ne ku heta nefesa xwe ya dawî axa xwe û destkeftiyên xwe biparêzin. "

Emîn Kindî ji gundê Bekiroxlî jî der barê mijarê wiha got: "Em derketine ji bo parastina xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê. "

Emîn Kindî  her wiha got: "Em soz didin ku em herêmên xwe biparêzin da ku em hemû bi aramî û ewlehî bijîn. "

(k)

ANHA