'Ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiya Kurdî heye'

Jinan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê diyar kir ku pêdiviya vê merheleya hestiyar bi girîngiya geşkirina hevgirtina nîştimanî û xurtkirina têkiliyên yekitiyê heye û got, "Ji her demê zêdetir pêdiviya vê merheleyê bi yekitiya Kurdî heye."

'Ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiya Kurdî heye'
13 ÇILE, 2025   04:50
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

 Êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca qirkirina kurdan û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de berdewam in. Lê ji bo serkeftin û hebûn misoger bibe girîng bi yekitî, hevgirtin û tevlêbûna li nava refên berxwedanê heye.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê gotin rêya têkbirina planên dagirkeriyê û sepandina ewlehiyê, yekitî ye.

Welatiya bi navê Reşîde Hanan destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike vîna gelê herêmê bişikîne û wî qir bike û wiha domand: "Lê bi ser nakeve. Ev demeke dirêj e şerê me dike û bi ser neket. Em parastina mafên xwe dikin û bi axa xwe ve girêdayî ne."

Reşîde got li hember êrişan wan berxwedan hibijartiye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Dema em xwedî li hêzên xwe derkevin, têkoşînê mezin bikin û birêxistinkirina xwe xurt bikin, Erdogan nikare me tune bike. Gefên wî tenê gotin in. Lê em bi yekitiya xwe û berxwedanê bersivê didin."

Reşîde destnîşan kir ku ew nehêlin dewleta Tirk çarenûsa wan diyar bike, lê ew ê bi xwe pêvajoya bê xêz bikin beyî ku kesek mudaxele bike.

Welatiya bi navê Cumana Hemîd jî got: "Hêzên me û gelê pê re li hember êrişan li ber xwe didin û dê bi serkevin."

Cumana diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike û hegemonya xwe fireh bike, lê gelê herêmê di berxwedanê de biryardar e.

Her wiha welatiyê bi navê Sebah Dilo jî teqezî bi pêwîstiya hevgirtinê li hember êrişan kir û got: "Yekitî gelek girîng e. Pêkhateyên herêmê vê rastiyê dizanin. Lewma bi Kurd, Ereb, Suryan û Asûrên xwe ve di yek xendekê de şer dikin û hewl didin planên dagirkeriyê têk bibin."

Sebah diyar kir ku di vê wextê de xwedîderketina li hev û piştgiriya hev du, gelek girîng e.

Sebah di dawiyê de got: "Dema pêkhate tevahî bibe yek, tu hêz nikare wê tune bike. Hêza me yekitî ye û vîna me xort e. Di vê wextê de pêwîstiya me bi yekitiyê heye. Em ê heta serketinê li ber xwe bidin."

(şx/fr)

ANHA