Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiya giştî bûn

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê bersiva banga seferberiya giştî da û tevlêbûna berxwedana li dijî hewldana qirkirina gelê Kurd ragihand. Meclisê  bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide berxwedana Rojava.

Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiya giştî bûn
Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiya giştî bûn
Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiya giştî bûn
Şêniyên Dirbêsiyê tev li seferberiya giştî bûn
20 ÇILE, 2026   16:12
HESEKE

Meclisa Bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê îro bi amadebûna bi dehan şêniyan, endamên saziyên sivîl, meclis, partiyên siyasî û tevgerên ciwanan û jinan daxuyaniyek da û tevlêbûna xwe ya seferberiya giştî ragihand.

Daxuyanî li Qada Jina Azad ji aliyê hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku berxwedana rewa, yekitî û îradeya gel li dijî polîtîkayên hikumeta demkî ya Şamê, çekên herî bihêz in. Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: "Em, xelkê Dirbêsiyê, bi gund û saziyên wê, bersiva banga giştî ya seferberiya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, didin.”

Her wiha hat gotin ku hikumeta demkî bi biryar e ku nasnameya gelê Kurd înkar û tune bike, lewma hemû peyman, tevî peymana 10`ê Adarê bi fermana dewleta Tirk binpê kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê diyar kir ku çawa berxwedana Kobanê bi serk ket, dê vê carê jî berxwedana Rojava bi ser bikeve.