Şêniyên Dirbêsiyê: Li ser axa gelê berxwedêr cihê xiyanetê tune ye

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xiyaneta PDK`ê û ajantiya wê ji dewleta Tirk re şermezar kir û got “Li ser axa gelê berxwedêr cihê xiyanetê tune ye.”

Şêniyên Dirbêsiyê: Li ser axa gelê berxwedêr cihê xiyanetê tune ye
28 ÇILE, 2024   04:41
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Şêniyên Dirbêsiyê êrişa li ser gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) a li Başûrê Kurdistanê şermezar kir. 

Çekdarên PDK`ê 24`ê Çileyê, li herêma Amêdiyê ya Başûr êrişî komeke gerîla kir û di encamê de 2 gerîla birîndar bûn. Li hember vê êrişê, nerazîbûn û bertekên şêniyên herêmê ve zêde bûn.

Welatiya bi navê Fadye Şêxo got: "Xiyaneta PDK`ê li dijî berjewendiya gelê Kurd e. Hebûna wan bi gerîla ve girêdayî ye û êdî bila xizmeta dijmin nekin."

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Ebdurehman jî got: "Berxwedana gerîla ji bo parastina gelê Kurd e. PDK jî hevalbendiyê bi dewleta Tirk re dike ji bo ku wan tune bike. Gerîla berxwedan û hebûn e."

Îmad Biro jî diyar kir ku di çalakiyên gerîla li çiyayên Kurdistanê de bi sedan leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, îsbat kirin ku gel hene û bi axa xwe ve girêdayî ne û wiha domand: "PDK jî di destê dewleta Tirk de bûye wesîleyek ji bo ku planên wê yên mêtinger li Kurdistanê pêk bînin."

Di dawiyê de Biro bang li PDK`ê kir ku dev ji rêya xiyanetê berde û got: "Li ser axa gelê berxwedêr, cihê xiyanetê nîn e."

(şx)

ANHA