ˊArmanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ

Jinên Kurd û Ereb destnîşan kir ku pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji armancên wan ên sereke ye û ew ê ji bo wê çalakiyên xwe zêde bikin.

ˊArmanca me têkbirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî yeˊ
28 ÇILE, 2024   03:36
QAMIŞLO

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kedeke mezin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didin, nexasim ku Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 25 salan ve li Îmraliyê ragirtî ye û li ser wî tecrîdeke giran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê meşandin. Têkiliya wî ya herî dawî bi cîhana derve re di Adara 2021'an de bû.

Li ser mijarê Sekîne Ebdo destnîşan kir ku hemû çalakiyên wan bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan in û got: "Tecrîda li ser Rêberê me ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve didome û em tu agahiyan ji wî wernagirin. Ji ber wê jî me soz daye ku em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî berxwedanê têkoşînê dewam bikin."

Sekîne diyar kir ku ew fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav jinên bindest de belav dikin û destnîşan kir ku fikrên wî nûnertiya azadiya gelan û pêkanîna demokrasiyê ji bo tevahî pêkhateyên civakê re di serî de jinan, dike.

Her wiha, Xade Mehmûd diyar kir ku berî derketina tevgera azadiya Kurdistanê û berî ku jin fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan nas bikin, ew ji mafên xwe bêpar mabûn û got: "Em ê her li qadan bin û çalakiyên xwe bidomînin. Pêwîst e tevahî jin karê xwe bi rêxistin bikin û çalakiyên xwe zêde bikin."

Welatiya bi navê Fatme Hemîd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kir ku armanca wan pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Di heman çarçoveyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Newroz Muslim diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi rêya tecrîdê heta îro didome.

Newroz Muslim di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya Rêber Abdullah Ocalan û domandina çalakiyan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî nû kir.

Endamên Komîteya Perwerdê û Komîteya Lihevanînê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînana Ebdo û Ruzeyfe El Seyid tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û soza daketina li qadan ji bo bangkirina bidawîkirina tecrîdê da.

(mh)

ANHA