Bangewaziyên destpêkirina diyalogê li Sûriyeyê

Ehmed El Erec bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dest bi diyalogê bike ji bo ku dawî li dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê were.

Bangewaziyên destpêkirina diyalogê li Sûriyeyê
28 ÇILE 2024   06:35
HELEB
MIHEMED EBDO

Sekreterê giştî yê Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê Ehmed El Erec hişyarî da ku dewleta Tirk armanc dike herêmê ji Helebê û Reqayê heta Mûsilê ya Iraqê dagir bike. 

El Erec got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bakurê Sûriyeyê bi giştî dagir bikin, ji bo ku Mîsaqî Millî pêk bînin ku herêma ji Helebê heta Mûsilê wek axa Tirkiyeyê dibîne."

Dewleta Tirk herêmên Serêkaniyê, Cerablus, beşên ji Babê, Ezaz, Idlib, Efrîn dagir kirin û bi dehan baregehên wê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê hene.

El Erec diyar kir ku destpêkirina diyalogê di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de, dê rê li ber planên mêtinger ên Tirkiyeyê bigire. Di heman demê de El Erec bang li hikumeta Şamê kir ku helwesta xwe li hember Rêveberiya Xweser biguherîne.

El Erec wiha domand: “Hikumeta Şamê heke tu helwest li hember hêzên din û Rêveberiya Xweser nîşan nede, dê rewş xirabtir bibe."

18`ê Nîsana 2023`yan Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê nexşerêyek pêşkêş kir ku ji 9 bendan pêk tê, lê belê hikumeta Şamê tu helwest nîşan neda.

El Erec bang li hêzên muxalefetê yên xwe nespartina dewleta Tirk a dagirker kir ku li hember planên li dijî Sûriyeyê bibin yek.

(şx)

ANHA