Şêniyên Dirbêsiyê: Li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin

Şêniyên Dirbêsiyê bang li partiyên siyasî kir ku li hember hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re helwestekê nîşan bidin û diyar kir ku tişta PDK dike "li dijî nasname û çanda gelê Kurd xiyanet e".

 Şêniyên Dirbêsiyê: Li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin
29 tebax, 2024   05:10
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Bertekên li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê û xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û nokeriya wê ya bi dewleta Tirk re, berdewam in.

Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Başûrê Kurdistanê dike. Agir bi dehan gundan xist û di encamê de bi hezaran donim zevî û dar şewitîn. Her wiha bi koordîneya PDK`ê rasterast şênî û rojnamevan dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker 23`yê Tebaxê li Silêmaniye êrişî erebeyeke rojnamevanan kir û di encamê de 2 rojnamevan; Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.

Şêniya bi navê Hemîde Îso ya ji Dirbêsiyê diyar kir ku dijminatiya dewleta Tirk ji gelê Kurd re, ji mêj ve ye û got: "Tişta mirov diêşe, hevkariya PDK`ê ye. PDK bi vê hevkariyê xiyanet li nasname û çanda gelê Kurd dike. Divê partiyên Kurda, helwesteke cidî li hember vê hevkariya PDK`ê nîşan bidin."

Siûd Meîş jî got: "Dewleta Tirk a dagirker li hicetan digere ji bo ku êriş bike û planên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne. PDK`ê berpirsê komkujiyên li dijî êzidiyan li Şengalê sala 2014`an e. Ew xiyanetê li gelê Kurd dike."

Meîş bang li partî û gelê Kurd kir ku bibin yek û li hember vê xiyanetê û dagirkeriyê dakevin qadan.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan meha Nîsanê serdana Iraqê kir û di wê serdanê de çû Hewlêrê û ji aliyê rayedarên PDK`ê ve bi coş hate pêşwazîkirin. Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê ew serdan wek "faktoreke girîng a pêkanîna geşepêdanê û ewlehiyê li herêmê" wesifand.

Ji wê demê ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Dewleta Tirk di Tîrmehê de derbasî herêmên Başûrê Kurdistanê bû û di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û gelek gund û herêmên çiyayî şewitîn.

Li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê Hêzên Parastina Gel (HPG) berxwedaneke destanî nîşan didin.

Nisrîn Elî ya ji Dirbêsiyê got: "Em piştgiriya berxwedana li hember dagirkeriya Tirk dikin. Em ê li hember xiyanetê û hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re bisekinin. Em ê heta dawiyê piştgiriya gerîla bikin.”

(şx)

ANHA