Di Tebaxê de 13 gundên Minbicê hatin hedefgirtin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de 13 gundên kantona Minbicê bi zêdetirî 230 guleyên hawnan û 3 fuzeyan hedef girtin, di encamê de zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn.

Di Tebaxê de 13 gundên Minbicê hatin hedefgirtin
29 tebax, 2024   04:10
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di Tebaxê de êrişên xwe li ser gundên kantona Minbicê zêde kirin. Ajansa me ev êriş belge kirin û wiha ne:

1ˊê Tebaxê gundê Til Torîn bi 5 guleyên hawnan hat hedefgirtin.

7ˊê Tebaxê dagirkeriyê gundên Kawiklî, Seyade, Dendeniyê, Um Cilod, Toxar, Cat û Ewn Dadat bi 52 guleyên obîs û hawnan û doçka 14,5 hedef girtin.

8ˊê Tebaxê gundê Ereb Hesen bi balafira bêmirov hat bombebarankirin. Her wiha gundê Korhiyok bi 9 guleyên hawnan û obîsan hate topbarankirin. Hêzên Cebhet El Ekrad droneke dagirkeriyê li gundê Qirtwêran xist xwarê.

9ˊê Tebaxê dagirkeriyê bi 5 guleyên hawnan û obîsan. Di heman dîrokê de Hêzên Cebhet El Ekrad droneke dagirkeriyê li gundê Bowêhic xist xwarê. Meclisa Leşkerî ya Babê 2 dronên xwekuj li gundê Til Torîn xistin xwarê.

10ˊê Tebaxê gundên Cat û Ewn Dadat bi 33 guleyên hawnan û obîsan, gundê Seyade bi 12 guleyên obîsan û gundê Korhiyok bi 10 guleyên obîsan hatin topbarankirin.

12ˊê Tebaxê gundê Muhsinlî bi 3 fuzeyan û 7 guleyên obîsan hat hedefgirtin.

14ˊê Tebaxê gundê Toxar bi 12 topan, gundê Hoşeriyê bi 3 topan, Ewn Dadat bi 9 topan, Cat bi 15 topan û Dendeniyê bi 10 topan, Seyade bi 15 topan, Kawiklî bi 14 topan, Korhiyok bi 15 topan û Qirtwêran bi 8 topan hatin hedefgirtin.

21ˊê Tebaxê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da bikevin gundê Muhsinlî. Lê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva wan da. Dûre balafireke bêmirov gundê Muhsinlî bombebaran kir û di encamê de zirarên madî çêbûn.

(fr)

ANHA