Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne

Şaredariya Gel a Hesekê plansaziya xwe ya îsal bi cih tîne. Di vê çarçoveyê de gelek rê hatin qîrkirin û torên kanalîzasyonê hatin sererastkirin.

Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne
Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne
Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne
Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne
Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne
Şaredariya Hesekê plansaziya îsal bi cih tîne
29 tebax, 2024   07:11
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Qîrkirina û sererastkirina rêyan, vekirina rêyên nû, her wiha sererastkirina torên kanalîzasyonê plansaziya îsal ya Şaredariya Gel a  Bajarê Hesekê ye.

Şaredariya Gel a Hesekê destpêka havînê  xebatên qîrkirin û sererastkirina rêyan dabû destpêkirin.  

Di vê çarçoveyê de xebatên wekî zîftkirina rêya ji Çerxerêya Sînalko ta Çerxerêya Cûdî bi dirêjahiya hezar û 420 metreyan, zîftkirina rêya ji Çerxerêya El Sebax heta Çerxerêya Panoramayê bi dirêjahiya 20 kîlometreyan, sererastkirina rêya ji Çerxerêya Cûdî ta Çerxerêya Dolab Iwês bi dirêjahiya 720 metreyan, didomîne.

Li kêleka van xebatan, werşeyên şaredariyê gelek rêyên sereke û şaxî yên taxên bajêr, sererast dikin û xebatên sererastkirina kolana El Mehlec, El Miftî, çerxerêya dêra Asûr, kolanên şaxî yên taxên Salihiye, Miftî û Til Hecerê didomînin.

Şaredarî plan dike ku rê û kolanên gundan bi kevirê şikandî sererast bike, torên kanalîzasyonê yên gundê Seyd Elî, Cemîliye, Qemer Şerqî û bajarokê Tiwêne sererast bike.

Çaverê ye ku şaredarî li taxên Xişman, Eskerî, Mişêrfe û bajarokê Til Beyderê dest bi sererastkirina torên kanalîzasyonê bike.

Li gorî endezyarê şaredariyê Ehmed Şêxmûs, şaredarî dê van xebatên xwe dawiya salê biqedîne.