Li Qamişloyê ji bo 6 şehîdan konê sersaxiyê hat vedan

Bi sedan şêniyên Qamişloyê berê xwe da konê sersaxiyê û li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, peyama berxwedanê da.

7 ÇILE, 2025   14:52
QAMIŞLO

Ji bo nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku 19’ê Kanûna 2024’an di encama bombebarana balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Sirînê de şehîd bûbûn, şervanê QSD’ê Elî Qamişlo (Mihemed Ebdulah) ku li Şedadê şehîd bûbû û şervana YPJ`ê Avzem Çiya (Tulay Mihemed) û şervanên Hêzên Komandos Diyar Qamişlo (Bîlal Îbrahîm) û Diyar Qamişlo, Luqman El Xemîs (Şam Qamişlo) yên ku di 2`yê Çileyê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûbûn, li pêşiya Pakrewangeha Delîl Saroxan a Qamişloyê konê sersaxiyê hat vedan.

Bi sedan şênî, rojnemevan, endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, Kongra Star û hemû sazî û dezgehên civaka sivîl, berê xwe da konê sersaxiyê û sersaxî xwest.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî.

Kêfo Osman di destpêka axaftina xwe de behsa rastiya şehîdan kir û destnîşan kir ku şehîd hebûn û kerameta wan in. Kêfo Osman bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û diyar kir ku dijmin dixwazê gelê Kurd tune bike.

Kêfo Osman got: “Em ji Erdogan û çeteyên wî re dibêjin em ê tu car nabin kole û tu kes jî nikare me tune bike.”

Kêfo Osman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Tişrîn û Qereqozaqê û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev nêzî mehekê ye êriş dike, lê hîna nedikarîn berxwedana heyî bişkîne. Çawa rejîma Baas hilweşiya, wê dewleta Tirk a dagirker jî hilweşê û wê teqez azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Endamê Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Nezîr Sofî jî di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku ew di şexsê her şeş şehîdan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tîne û ji malbat û gelê welatparêz re sersaxî xwest.

Nezîr Sofî destnîşan kir ku her şehîdek xwedan dîrokek e û got: “Dema şehîdên me nû beşdarî têkoşînê dibin destê xwe yê rastê di deynin ser dilê xwe û destê çepê jî di deynin ser sîleha xwe û soz didin. Lewma heya nefesa xwe ya dawî şer dikin û di oxira armacê de şehîd dikevin. Ya li ser me dikeve em jî bi soza ku me dayî, li ser şopa şehîdan bin.”

Li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad endamê rêveberiya ajansa me ANHA’yê Ehmed Mihemed axivî.

Ehmed Mihemed di destpêka axaftina xwe de şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Serê gelê me û hemû hevalên me sax be. Îro di bin konê sersaxiyê de çi qasî em xemgîn bin jî, ew qasî jî em serbilind in.”

Ehmed Mihemed bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tirmehê û diyar kir ku gelê herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ne li gel rejîma heyî sekinî, ne jî li gel oposîzyonê sekinî. Lewma gel weke xeta sêyemîn ku li gor fikir û remanên Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re hilbijart û li gorî wê kar û xebatên xwe meşandiye.

Ehmed Mihemed di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Şoreşe 19’ê Tirmehê di gelek qadan de şoreş afirandine û wiha domand: “Di destpêka şoreşê de ragihandina azad bi şeş heft kesan dest pê kir û îro bi dehan saziyên li ser xeta ragihandina azad xebat dimeşînin. Lewma dewleta Tirk a dagirker ne ji îro ve, ji destpêka 2014’an ve ragihandina azad dixin hedef û heya niha di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ve li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê 30 hevalên me yên rojnamevan hatine şehîd xistin.

Ehmed Mihemed destnîşan kir ku ji destpêka şoreşê ve rojnamevanên li ser xeta ragihandina azad, li kêleka şervanan cihê xwe girtiye û diyar kir ku ji îro şûn de jî wê heya dawî cihê xwe li kêleka şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bigirin.

Ehmed Mihemed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrîn û Qereqozaxê û got; Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji şerekî leşkerî bêhtir, şerekî ragihandina şerê taybet dimeşîne û destnîşan kir ku wexta digotin “me bendava Tişrînê girtiye” hevala Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser bendavê dîmen parve kirine û ragihandina dewleta Tirk a dagirker derewandine. Lewma her du hevalên wan ên rojnamevan xistine hedef û şehîd xistine.

Ehmed Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: “Çawa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwestin hêzên QSD, YPG û YPJ’ê tune bike, lê di encama berxwedaniyê de nedikarî, wê li kêleka wê nikaribe xeta ragihandina azad jî tune bike. Wê xeta ragihandina azad heya dawî berdevkiya civakê bike û dengê şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ragihînê cîhanê.”

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

(bm-be)

ANHA