Şêniyên Dêrikê êrişa li ser bajêr şermezar kir

Şênî û endamên saziyên Dêrikê topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser Dêrikê şermezar kir û got vîna wan naşikê.

Şêniyên Dêrikê êrişa li ser bajêr şermezar kir
28 sibat, 2024   15:03
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrikê û endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî û ewlehiyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajêr ku di encamê de şehîd û birîndar çêbûn, daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mehmûd Kalî daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku êriş vîna şêniyên herêmê naşikînin lê belê dê bi biryardarî têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin û dev ji axa xwe bernadin.

(şx)

ANHA