Kesên ku jinên ciwan xistin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 3 kesên ku li gundê Til El Semen 2 jinên ciwan xistine ji wana 2 hatin girtin.

Kesên ku jinên ciwan xistin hatin girtin
28 sibat, 2024   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermi ragihand ku wê 2 kesên ku li gundê Til El Semen ê kantona Reqayê êrişî 2 jinên ciwan kirine, girtine.

Hêzê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: "Piştî vîdeoyên ku li ser medyaya dijîtal belav bûne û tê de hatibû dîtin ku van çend kesan bi tundî şîdet li ser 2 jinan di nîvê rê de dikin, hêzên me yekser dest bi lêkolînê kir, ji ber ku derket holê ku bûyer li gundê Til El Seman ê Reqayê qewimiye.

Piştî piştrastkirina nasnameya wan kesên ku di vîdeoyê de xuya dibin, duh (27`ê Sibatê) ji aliyê hêzên me ve 2 ji wan hatin girtin û ji bo yê sêyemîn jî bê girtin, xebatên me yên şopandinê berdewam dikin û xuya bû ku ev kes apê wan 2 jinan e û yên din jî kurên wî ne.

Hêzên me ji bo aşkerakirina rewşa vê tundiyê bi wan re dest bi lêpirsînan kir."

Hêzên ewlekariyê destnîşan kir ku ew pabendî parastina ewlekariyê û aramiyê ne û bi tu şêwayî tundiya li ser şêniyan qebûl nakin, dê li gorî qanûnê tedbîran bigirin û hesabê ji sûcdaran bipirsin û radestî edaletê bikin.

(şx)