Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo koçberan bang piştgiriyê kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê destnîşan kir ku rewşa mirovî li kampên Serêkaniyê û Waşokanî ji ber êrişên berdewam ên çeteyan xirabtir dibe. Komîteyê bang li civata navneteweyî ku tavilê mudaxeleyê bikin da ku mafên koçberan biparêzin.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo koçberan bang piştgiriyê kir
26 ÇILE, 2026   15:17
HESEKE

Komîteya Koçberên Serêkaniyê îro der barê rewşa mirovî ya li kampên Serêkaniyê û Waşokanî de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla hevseroka Desteya Kar û barên Civakî û Kedkaran a Kantona Cizîrê Zehra Samo ve hat xwendin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku rewşa koçberên li kampên Serêkaniyê û Waşokanî piştî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser bajarê Hesekê û tevahiya kantona Cizîrê, pir xirab bûye.

Komîteyê diyar kir ku pêdiviyên bingehîn bi tevahî hatine rawestandin wekî xwarin, alîkariya bijîşkî, sotemenî û av ku vê yekê êşa koçberan girantir kiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ava vexwarinê li kampê kêm bûye, vê yekê jiyana koçberan a rojane pir dijwartir kiriye û ew neçar kirine ku di şert û mercên xirab de bijîn.

Komîteyê bang li "civata navneteweyî û hemû aliyên peywendîdar kir ku tavilê mudaxele bikin da ku mafên koçberan biparêzin alîkariyên mirovî bighînin. Divê bidawîanîna tundiyê, parastina jiyana sivîlan û vegera koçberan bo malên wan, erkeke sereke be. "

(k)