Şêniyên Cizîrê şehîdên êrişên Til Birakê oxir kirin

Şêniyên bajarên Hesekê, Til Birak û Şedadê yên kantona Cizîrê merasîma 3 şehîdên di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a 21"ê Kanûnê de li dar xist.

23 kanûn, 2024   17:12
HESEKÊ

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Hesekê, Til Birak û Şedadê ji bo endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ebîr Xelef El Hisên, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ehmed El Temê û gaziyê şer Basil Şedadê (Basil Dawûd) merasîma oxirkirinê li dar xist. Her sê di 21'ê Kanûnê de dema erkên xwe li herêma çiyayê Kewkebê pêk dianîn di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Merasîm li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hat lidarxistin û tê de bi sedan şêniyên hersê bajaran, endamên saziyên sivîl û leşkerî û ewlekarî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên Meclisa Rûspiyan û yên Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Hesen Xelef destnîşan kir ku her çiqas dijmin hewl bidin îradeya gel têk bibin, dîsa jî ew ê negihîjin wê miradê.

Bi navê Federasyona Gaziyên Şer endamê wê Casim Xidir axivî û fedakariya şehîdan û ya şehîd Basil silav kir.

Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk endamê wl Silêman Elî li ser mekaneta şehîdan axivî.

Bi navê HPC'ê jî endama wê Munewer Yûsif got: "Hedefgirtina jinan nîşan dide ku ew ji têkoşîna jinên azad ditirsin."

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ebîr El Hisên li Goristana Şehîd Dijwar hat oxirkirin. Cenazeyê şehîd Basil ji bo Şedadê û yê şehîd Ehmed ji bo Til Birak hatin şandin da ku li bajarên wan werin oxirkirin.

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA