Rêveberiya Xewser bi wesîleya Cejna Noelê çarşemê dike betlane

Bi wesîleya Cejna Noelê giştî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê dike betlane.

Rêveberiya Xewser bi wesîleya Cejna Noelê çarşemê dike betlane
23 kanûn, 2024   17:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê betlaneya Cejna Noelê bi hejmara 33ˋan de giştînmayeke derxist.

Di giştînameyê de ev hate gotin: "Li gorî qanûna betlaneyan a fermî ya Rêveberiya Xweser û li gorî berjewendiyên giştî Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di giştînameyê de ev diyar kir:

Bi boneya Cejna Noelê tevahî dezgehên giştî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja çarşemê (25.12.2024) girtî ne.

Tenê aliyên kar û xebata wan berdewamê dixwaze nakin betlane.

Ev giştîname ji bo pêkanînê ji aliyê peywendîdar re tê rakirin."

(fr)