Şêniyên Cizîrê şehîd Hakî Karer bi bîr anî

Ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Hakî Karer di salvegera 48’an a şehadeta xwe de li 7 bajarên kantona Cizîrê hat bibîranîn. Di bîranînê de soza domandina têkoşînê hate dayîn.

18 gulan, 2025   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajarên Hesekê, Dêrik, Tirbespiyê, Girkê Legê, Cilaxa, Amûdê û Qamişloyê yên kantona Cizîrê di salvegera 48’an a şehadeta Hakî Karer ku yek ji damezrînerên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, rêzecivîn li dar xistin. Civîn bi serpereştiya  Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û bi dirûşma “Mîraseya 18’ê Gulanê îradeya kongreya 12`emîn e" hatin lidarxstin. 

Civîn li bajarê Hesekê li hola Reşo ya bajêrê, li Tirbespiyê li hola PYD’ê, li Çilaxa  li hola Navenda Çand û Hunerê,  li Dêrikê li stadyuma  Kornîşê, li Girkê Legê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran, li Amûdê  li navenda PYD`ê û li bajarê Qamişlo li hola El Melekiye hatin lidarxistin.

Civînan bi deqeyek rêzgirtina dest pê kir. Di civînan de sînevizyonên der barê têkoşîn û berxwedana şehîd Hakê Karer hatin pêşandan, her wiha wêneyên şoreşgerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li cih û demên cuda şehîd bûne, hatin pêşandan.

Di civînan de li ser jiyan û têkoşîna şehîd Hakî Karer, rola wî ya di damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de û dîroka têkoşîna wî, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser wê yekê ku "baweriya şehîd Hakî Karer ew bû ku şoreşa gelê Kurd kilîda şoreşên gelan e û şehadeta wî xaleke dîrokî bû ku bûye sedema kûrkirina hişmendiya siyasî û rêxistinî ya Tevgera Azadiya Kurdistanê. "

Civîn bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd Namirin" bi dawî bûn.

(k)

ANHA

ÇIL AXA

QAMISLO

girkê legê

dêrik

hesekê