Li Somalê êrişa xwekujî: Herî kêm 10 kes hatin kuştin
Li paytexta Somalî, Mogadîşû, li dijî komeke leşkerên ciwan êrişek xwekujî hat kirin û di encamê de bi kêmanî 10 kes hatin kuştin.

Li paytexta Somalî, Mogadîşû li pêşiya baregeha leşkerî ya Damanyo êrişeke xwekujî hat kirin. Hate diyarkirin ku di êrişê de herî kêm 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şahidên bûyerê, dema leşkerên li pêşiya deriyê baregehê di rêz de de bûn da ku navên xwe qeyd dikirin, êrişkarekî xwe teqandin û di encamê de qurbanî çêbûn.
Ekîba bijîşkî ya nexweşxaneya leşkerî ragihand ku wan 30 birîndar pêşwazî kirin, lê ji wan 6 kes ji ber birîna wan a giran yekser jiyana xwe ji dest da.
Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yekser berê xwe dan cihê bûyerê û lêkolîn dane destpêkirin.
Tê zanîn ku artêşa Somanî li dijî gefên li ser ewlehiya welat pêngavek ya pêşwazîkirina ciwanan di nava artêşê de daye destpêkirin.
Heya niha tu aliyekî êriş negirtiye ser xwe.
(bb)