Li DYA'yê di encama bahozê de bi kêmanî 25 kes mirin

Li eyaletên Kentucky û Missouri yên DYA'yê ji ber babîsokê hilweşîneke mezin rû da. Li gorî daxuyaniya rayedaran herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li DYA'yê di encama bahozê de bi kêmanî 25 kes mirin
18 gulan, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Waliyê Kentucky Andy Beshear diyar kir ku ji ber bahoza êvara Înê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Walî hişyarî da ku ev hejmar dibe ku zêde bibe.

Li Missouri jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, ji wan 5kes li bajarê Saint Louis ji ber babîsokê jiyana xwe ji dest dan.

Li Saint Louis a ji 280 hezar nifûsî li taxekê dêrekê xisareke cidî dît. Pastorê dêrê Perkins ji qenala CBS re axivî û got, "Xisareke ewqasî giran a babîsokê cihê xemgîniyeke mezin e."

Li gorî daneyên poweroutage.us li Kentucky û Missouri zêdeyî 180 hezar mal û kargeh bê elektrîk man.

Îdareya Atmosfer û Okyanûsê ya Neteweyî (NOAA) di sala 2024'an de li tevahiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA) 54 kes ji ber babîsokê jiyana xwe ji dest dan.