Şêniyên Çilaxayê: Ji bo aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweparastin girîng e

Şêniyên bajarê Çilaxayê bal kişand ser girîngiya xweparastinê, ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Şêniyan diyar kir ku bi parastina deverên xwe piştgiriya şervanên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dikin.

Şêniyên Çilaxayê: Ji bo aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweparastin girîng e
13 mijdar, 2025   05:05
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li ser girîngiya xweparastinê ji ajansa me re axivîn.

Xurşîd Kendî der barê mijarê de got: "Ji destpêka şoreşê ve me stratejiya şerê gel ê demdirêj wek rêbazeke ji bo parastina deverên xwe pejirand û bi rêya wê, me di bin ala QSD`ê de, destkeftiyên girîng bi dest xistin."

Kendî diyar ku qonaxa niha ji bo diyarkirina siberoja civakên herêmê pir girîng e û got: "Eger dan û standinên bi hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re neçin serî, gelê herêmê amade ye li kêleka QSD'ê bisekine û projeya neteweya demokratîk biparêze.”

Kendî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hincetan çêdike da ku dan û standinên di navbera QSD'ê û hikumeta veguhêz de asteng bike û aramiya herêmê têk bibe û got: "Gel dê gefê li ser ewlehiya xwe û aramiya Rêveberiya Xweser qebûl neke, ji ber ku ev aramî bi xwîna zêdetirî 12 hezar şehîdan hatiye pêkanîn.”

Xelef Kolî diyar kir ku QSD`ê ji destpêka şoreşê ve li ser bingeha yekitî û biratiya di navbera gelan de hatiye avakirin. Kolî destnîşan kir ku birêxistinkirina gel stûna bingehîn a parastinê ye û bêyî wê, ew ê nekarin destkeftiyên xwe biparêzin. Kolî ev lê zêde kir: “Gef û êriş berdewam in û bi gurkirina nakokiyên navxweyî êriş dibin ser yekitiya civakên cuda.”

Mehabad Abdullah jî got: "Birêxistinbûn û perwerde di nava komînan de hêza parastinê xurt dikin ku civak bikare li hember xetereyên li projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser li ber xwe bide."

Mebabadê da zanîn ku QSD garantora tekane ya ewlehî û aramiyê ye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li hemû pêkhateyan kir ku "piştgiriya QSD`ê bikin da ku herêmê biparêzin."

(k)

ANHA