Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê amadekariyê ji bo vekirina 2 firneyên navendî li bajarên Firat û Hecînê dike. Plan heye ku firneyeke sêyemîn jî were vekirin.

Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
Li Dêrazorê 2 firne tên amadekirin
13 mijdar, 2025   06:40
DÊRAZOR

Pişî şopandina rewşa firneyan a gundewarên li rojhilat ên Dêrazorê ji bo bidawîkirina zehmetiyên ji zêdetirî 6 salan ve, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Dêrazorê dest bi amadekariya vekirina 2 firneyên navendî li bajarên Firat û Hecînê kir.

Gaveke wiha ji ber tunebûna firneyên giştî û bihabûna nan li firneyên taybet, her wiha pabendnebûna firneyan bi pîvanên diyarkirî, gelekî girîng bû.

Bi dawiya qonaxa yekê re, hemû amûr û kel û pelên firneyan hatin wergirtin.

Endamê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya bajarê Hecînê Muxlif El Kerhût got ev firneyên nû dê rêjeya nêzî ji sedî 75’ê pêdiviyên şêniyên her bajarekî peyda bike û got: "Di dema pêş de em ê firneyeke sêyemîn li devereke din a rojhilatê Dêrazorê amade bikin."

Şênî ji van gavan bi hêvî ne ku zehmetiyên wan ên bi salan bi dawî bibin û diyar kir ku xebitandina firneyên navendî dê barê wan sivik bike.

(mh)

ANHA