Li Reqayê panela nenavendîbûnê û rola jinan di Sûriyeya siberjê de

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" paneleke diyalogê li Reqayê li dar xist. Di panelê de aliyên siyasî û yasayî yên bicihanîna modela nenavendîbûnê û rola jinan di avakirina siberoja Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

12 mijdar, 2025   19:50
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star bi diruşma "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" panelek li ser asta kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê li hola kombûnê ya Reqayê li dar xist.

Di panelê de aliyên siyasî û yasayî yên bicihanîna modela nenavendîbûnê, aktîvkirina rola jinan ji bo avakirina siberja Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Di panelê de nûnerên ji meclisên jinan ên saziyên sivîl, hevserka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Îbrahîm amade bûn.

Panel, di çarçoveya kampanyaya jinan a bi armanca pêşxistina rola jinan di avakirina Sûriyeya azad, demokratîk û nenavendî de ya li ser bingehên wekhevî, edalet û beşdariya aktîf a jinan de hat lidarxistin.

Panel bi sînevîzyonekê li ser civînên di çarçoveya kampanyayê hatine lidarxistin de hat pêşandan.

Piştî wê, mijara yekemîn a bi sernavê "Modelên nenavendîbûnê" ji hêla berdevka Komîteya Têkiliyan û Peymanên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Emîne Osê ve hat şîrovekirin. Emîne diyar kir ku Sûriye welatekî xwedî pir-netewe, pir-ol a berfireh e.

Emîne destnîşan kir ku navendîbûn li ser bingeha xurtkirina desthiltê di destê hikumeta navendî de ye, lê nenavendî parvekirina erkan û berpirsiyariyan e.

Di dewama axaftina xwe de Emîne got nenavendîbûna siyasî erkên siyasî û yasayî dide herêman di nava dewletê de mîna pergalên fedraliyê.

Dûre beşdaran nêrînên xwe ji bo mijarê parve kirin. berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa rewşa jinên ji Sûriyeyê şîrove kir û bal kişand ser ku jin di salên dirêj de di bin nîrnê navendiyê de ku pêkhate û herêm paşguh kiribûn dijiyan û jin ji mafên xwe yên herî hêsan weke perwerde û xebatê mehrûm bûbûn.

Xûd behsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku jin li van herêman xwedî vîna azad in û di tevahî waran de beşdar in.

Mijara duyemîn a bi navê "bendên yasayî ji bo bicihanîna nenavendiyê" ji hêla parêzer neda Melekî ve hat şîrovekirin. Neda bal kişand ser bingehên yasayî yên pergala nenavendiya demokratîk û girîngî de hebûna destûreke vîna gel bi hemû pêkhateyên wî derbirîne.

Neda anî ziman ku divê destûr ji hêla kesekî yan jî aliyekî tenê ve neyê sazkirin û ragihandin, ev dûrî demokrasiyê ye.

Neda got pêdiviya nenavendîbûna destûrê bi beşdariya tevahî pêkhateyan di sazkirina destûrê û biryardanê de heye, lê destûra Sûriyeyê di nava xwe de madeyên şeklî yên li ser nenavendîbûnê diaxivin dihewîne û hîna desthilat jî di destê aliyekî de ye.

Neda diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê modela pratîk a ku dikare were pijrandin û got "Ev hevpeyman vîna civakî ku jêdera wê hîma gel e nîşan dide. Pergala nenavendî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dispêre yasayên taybet ên ku taybetmendiyên erdnîgarî, civakî û neteweyî di ber çavan re digire, ye.

Panel bi girîngîdayîna bicihanîna nenavendîbûna demokratîk ku temsîla rêya guncaw a ber bi avakirina Sûriyeya nû ve dike û jin şirîka bingehîn a sazkirina vê siberjoa azad û demokratîk e, bi dawî bû.

(fr)

ANHA