Dayika Wedha yek ji şahidên dîrokê ye

Temenê Wedha Xelef 105 sal e û bûye yek ji şahidên dîroka Rojava û Sûriyeyê.

Dayika Wedha yek ji şahidên dîrokê ye
14 tîrmeh, 2026   06:16
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Wedha Xelef li gundê Mizgeftê yê bajarê Tibespiyê ya herêma Cizîrê tevî zarok û neviyên xwe dijî.

Dayika Wedhayê Ermen e û navê wê Satîna ye. Satîna di temenê xwe yê biçûk de dibe yek ji qurbaniyên Komkujiya Ermenan a sala 1915`an. Dewleta Osmanî malbata wê jî qir dike û bi tenê dimîne. Bi malbatên dîtir ên Ermen re derbasî Sûriyeyê dibe û ew li bajarê Tebqayê dimîne.

Satîna li gundê Ebû Hureyra yê Reqayê li gel malbateke Ereb mezin dibe û wê bi kurê xwe Xelef re dizewicînin. Satîna navê xwe yê bi ermenkî naguherîne û 4 zarok jê re çêdibin (2 keç û 2 lawik).

Wedha Xelef li herêma El Girîn a Reqayê ji dayik dibe, bi salan li gundê Ebû Hureyra dijî. 12 zarokên wê hene (9 kur û 3 keç).

Dayika Wedha got ew li gundê Ebû Hureyra dijîn û dema dewletê bendava Firatê lêkir, gundê wan di bin avê de dimîne. Dewlet di çarçoveya projeya `Kembera Erebî` de wan tîne herêma Cizîrê.

TÊKILIYA ME BI KURDAN RE BAŞ BÛ

Dayika Wedha behsa gund û jiyana xwe kir û wiha got: “Şêniyên gundê Ebû Hureyra sewal xwedî dikirin û pembû diçandin. Sala 1974`an em anîn parêzgeha Hesekê û li gundan bi cih kirin. Em ne bi îradeya xwe hatin, li vê herêmê erd dane me û gotin ev milkên dewletê ne. Têkiliya me û Kurdan baş bû û pirsgirêk derneketin.”

Dayika Wedha got di salên 1970yî de hin kes ketin gundê wan Mizgeftê û gundên dikevin bakurê Tirbespiyê yên li ser sînor û sewalên wan dizîn. Ew bûyer hîna di bîra wê de ye û ji bîr nekiriye.

Dayika Wedha Xelef 105 sal emr kiriye û hîna bûyerên li herêmê qewimîne di bîra wê de ne.

(np)

ANHA