Şêniyan di 4’ê Nîsanê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên ji kantona Reqayê 4’ê Nîsanê pîroz kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şêniyan di 4’ê Nîsanê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
4 nîsan, 2025   10:10
REQA
DÎMA MIHEMD

Şêniyên bajarê Hizêma yê kantona Reqayê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe parve kirin. Şêniyan xwest azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Rêvebera Meclisa Xeta Bakur a Kantona Reqayê Mariya El Ezîz rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan roleke esasî daye jinan û ew ji koletî û hişmendiya baviksalar a serwer rizgar kirin. Em jin daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikin."

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Xalîsa El Hesen pesnê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da û wiha got: "Em îro rojbûna rêberê neteweyî û fîlozof Abdullah Ocalan pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan fikrek pêşkêşî hemû neteweyan kir û banga jiyana hevbeş û aştiyê di navbera hemû pêkhateyan de dike. Em hêvî dikin ku ev sal bibe sala ewlehî û aramî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah."

Rêveberê Hêzên Parastina Civakî (HPC) yê bajarê Hizêmayê Mehmûd El Xelef anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe, ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê di heman demê de Sûriye û cîhanê kir.

Mehmûd El Xelef bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye.

(bb)

ANHA